Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Xakurkê 6 dagirker hatin cezakirin

 

YJA-STAR’Ê FERMANDAR EGÎD GARZAN BI BÎR ANÎ
HPG: LI XAKURKÊ 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku gerîlayan li Xakurkê çalakiyeke bi bandor li dar xistiye.

Hêzên YJA-Starê li vê herêmê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn.

2’yê Tebaxê gerîlayên jin ji du milan ve çalakiyeke koordînekirî li dijî dagirkerên li qada Şehîd Bêrîtan a Girê Koordîne pêk anîn.

Gerîlayan ji nêz ve li koma eskerên Tirk dan û 6 dagirker hatin cezakirin.

Sîtemeke kameya mobesse hat îmhakirin û droneke artêşa Tirk jî hat xistin.

Gerîlayên jin dest danîn ser xurdeya dronê.

HPG’ê ragihand, ku gerîlayan ji bo bîranîna Fermandarê Eyaleta Xakurkê Egîd Garzan ê 11’ê Tebaxa 2020’an şehîd bûbû ev çalakî li darxistine.

CENGA XABÛRÊ
HPG: LI METÎNA DAGIRKEREK HAT CEZAKIRIN

Li gorî daxuyaniya HPG’ê gerîlayan li Metîna jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li artêşa Tirk dane.

Gerîlayan 4’ê Tebaxê li Boxa Girê Milîtan çalakiyeke sekvanî kirin û eskerekî Tirk hat cezakirin.

HPG’ê têkildarî êrişên dewleta TIrk jî ev agahî dan:

4’ê Tebaxê li xeta Qaşûra ya Metîna livûtevgera helîkopteran hebû.

Dora gundên Kêste, Hirorê û Girê Şehîd Çiya yên bajarokê Kanîmasî bi helîkopteran hat bombekirin.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
HPG: ARTÊŞA TIRK LI WERXELÊ DÎSA GAZA KIMYEWÎ AVÊT TUNELÊN ŞER

Dîsa 4’ê Tebaxê gundên Yekmalê, Dînartê û qada Kafya yên bi ser navçeya Akrê ve bi balafirên şer hatin bombekirin.

Heman rojê artêşa Tirk bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li Girê Sor ê Avaşînê kir.

Her wiha dîsa li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê jî gaza kîmyewî bi kar anî.

Artêşa Tirk a dagirker 4ê Tebaxê her wiha ji qereqolên li ser sînor bi obûsan qada Çemço û gundê Rêncbiraxa yên Zapê bombe kirin.

Di van êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv