“PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG’Ê: LI WERXELÊ 9 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, 2 ÇEPER JÎ HATIN RÛXANDIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiyên gerîlla ên di navbera 16 û 17’ê Tîrmehê de bi raya giştî re eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de:
16’ê Tîrmehê li derdora Bendera Şehîd Canşêr a dikeve herêma Werxelê, 3 yekîneyên artêşa Tirk a dagirker hewl dan kemînan deynî li ser rêya gerîlla.
Tevgera hêzên dagirker dikeve bin kontrola gerîllayan.
Û di encamê de danê sibê ji 4 baskan ve li dijî wan çalakî tê lidarxistin.
Gerîlla bi bandor li çeperên artêşa Tirk dan.
Di çalakiya yekemîn de de 6 esker hatin kuştin.
Her wiha çeperek û çeka bombeavêj hatin îmhakirin.
Li heman deverê gerîlla bi ser çepereke din artêşa dagirker de digrin.
Di encama çalakiya duyemîn de çeperek tê rûxandin û 3 eskerên tê de têne kuştin.
Artêşa ku di nav herdû çalakiyan de dabrên giran xwarin, hêz bi hawara eskerên xwe ve şandin.
Ev yekîne dibin hedefa baskên 3 û 4’mîn yên gerîllayan.
Ji ber destwerdana gerîlla, hêzên dagirker li vir jî darb xwarin û neçar man paşde biçin.
Her wiha hêzên dagirker ên li derdora tûnelên şer ên devera Werxelê bicih bibin, piştî çalakiyên gerîlla, çeperên xwe vala kirin û paşde reviyan.
Artêşa Tirk heman rojê heta danê êvarê encax dikarîbû kuştiyên xwe bi helîkopteran rabike.
Dîsa roja 16’ê Tîrmehê, artêşa Tirk quntarên çiyayên Werxelê topbaran kirin û di encamê de agir bi daristanan ket.
17’ê Tîrmehê artêşa dagirker bi helîkopterên Kobra gundên Kêste û Hiror ên girêdayî herêma Kanî Masî bombardiman kirin.
Heman rojê derdora tûnetên şer ên herêma Werxelê jî bun armanca êrişa helîkopteran.
Di êrişan de ti zera li hêzên gerîlla nebûn.