Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Werxelê 2 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li qada Werxelê ya Avaşînê li dagirkeran xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man xwe bi qedemeyekê vekişînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

11’ê Tîrmehê saet di 11:00 de li qada Xantûrê hêzên me li kozikên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Berxwedan xistin. Di vê çalakiyê de ku bi rengekî serketî pêk hat, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bû nehate tespîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

10’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker xwest li derdora tunelên şer teqemeniyan û kamera bi cih bike. Di encama destwerdana hêzên me de teqemenî hatin bêbandorkirin û kamerayek jî hate desteserkirin.

11’ê Tîrmehê saet di 08:00 de li qada Werxelê dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ve bên ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Piştre jî bi çekên ferdî ji nêz ve lê hate xistin. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man bi qedemeyekê xwe vekişînin.

11’ê Tîrmehê saet di 09:30’î de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan êriş birin ser tunelên şer ên li Girê Sor û gaza kîmyewî bi kar anî.

11’ê Tîrmehê saet di navbera 21:00-23:30’î de helîkopter li ser qadên Mamreşo, Tabûra Ereban, Banista û Mervanosê geriyan.

11’ê Tîrmehê saet di navbera 22:00-00:00 de helîkopter li ser qada Derarê ya herêma Metînayê geriyan. Di heman demê de derdora gundên Derarê, Hirorê, Êdinê, Deşîşê, Seraru û Kela Qûmriyê hatin bombekirin.

11’ê Tîrmehê saet di 16:55’an de qada Deşta Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

11’ê Tîrmehê saet di 09:40’î de qada Kurojehro û 12’ê Tîrmehê saet di 05:45’an de qada Kunîşka yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Ji ber vê êrişê tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv