Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Werxelê 2 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li leşkerên Tirk ên dagirker xistin ku dixwestin êrişê bibin ser Werxelê. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

2’ê Cotmehê saet di 10:30’î de li dijî dagirkerên ku xwestin êrişê bibin ser qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê, hêzên me çalakî kirin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakiya serketî ji bo silavkirina berxwedêrên Werxelê hate kirin ku bi îradeyeke mezin li dijî dagirkeran şer dikin.

2’ê Cotmehê saet di 13:30 û 3’ê Cotmehê saet di 06:40’î de li herêma Zapê, li dijî dagirkerên li qada Şehîd Serxwebûn, hêzên me 2 caran bi çekên giran çalakî kirin. Di her du çalakiyan de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

2’ê Cotmehê saet di navbera 20:20-21:00 de hêzên me li helîkopterên êrişê xistin ku van helîkopteran dixwestin bombeyan li gundên Hirorê û Kêste bibarînin. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê biçin.

1’ê Cotmehê ji danê êvarê heta sibeha 2’ê Cotmehê, li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Sor, Girê Silêman, Girê Spî, Mervanos û Tabûra Ereban geriyan. Di heman demê de qadên Tabûra Ereban, Geliyê Basya û gundê Dirê bi helîkopterên êrişê û hawanan hatin bombekirin.

2’ê Cotmehê saet di navbera 19:00-22:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Serarû, Êdinê, Dêşîşeyê; qadên Koordîne û Qela Qûmriyê, saet di 10:20’î de jî gundê Bankayê bi helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin bombekirin.

2’ê Cotmehê saet di 16:15’an de qada Girê Cûdî ya herêma Zapê bi balafirên şer, şeva heman rojê jî ji qereqolên li ser sînor bi obusan hate bombekirin. Sibeha 3’ê Cotmehê qada Zêvê bi obus û hawanan hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

2’ê Cotmehê saet di 14:44’an gundê Yekmalê yê li herêma Bergarê ya ser bi navçeya Amediyê ya Duhokê bi balafirên şer hate bombekirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv