PÊNGAVA SERKEFTINÊ YA EGÎDÊN BOTANÊ
HPG: LI SÊRTÊ 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda ragihandin û çapemeniya HGPê bi daxuyaniyekê encamêniya gerîlayan a li Sêrtê eşekre kir.
HPGê ragihand ku herêma Botanê 9’ê Hezîranê di çarçoveya Pêngava Serkeftinê ya Egîdê Botanê de gerîlayan çalakiyek bi bandor li darxistine.
Li gorî vê ;
9ê Hezîranê Gerîlayan eskerên li ser girekî ku di navbera navçeya Sêrt Berwarî û gundên Osyan û Aqîr ku li herêma Besta bû kirin bin kontrola xwe û ji 2 baskan ve li wan xistin..
Baskê yekemîn mewziya ku 3 esker tê debûn û kuleya ku eskerek tê de bû bi bandor lê xistin.
Di çalakiya baskê yekemîn de 4 eskerên artêşa tirk hatin kuştin.
Baskê duyem jî mewziya ku 3 esker tê debûn kirin hedef û li vir jî 2 esker hatin kuştin.
Îstasyona baz a li herêmê jî gerîlayan îmha kirin.
NAVENDA RAGIHANDINA HPG:
CERDEVAN DIVÊ NEYÊN LÎSTOKÊN DEWLETA TIRK BI ZANEBÛN WAN DIDIN PÊŞ
HPGê ragihand ku di vê çalakiya ku 6 dagirker hatin kuştin û îstasyoneke baz hat îmakirin de bi ti awayî cerdevan ne di hedefa wan de bûn û ji malbata cerdevanên bi navê Mehmet Babat re sersaxî xwest.
HPG’ê wiha got:
Hêzên me bi zanebûn cerdevan nekirine hedefa xwe.
Lê dewleta Tirk bi zanebûn cerdevanan dide pêş, divê cerdevan vê dîqat bikin û neyên vê lîstokê.
Navenda ragihandina HPGê daxuyakirin ku 11ê Hezîranê Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal li dijî dagirkerên li qada Kilîsê a girêdayî herêma Avaşîn çalakî pêk anîn û bi awayeke serkeftî li hedefên hatibûn destnîşankirin xistin.