Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Serhed û Heftanînê 7 dagirker hatin cezakirin

Li herêmên Serhed û Heftanînê di çalakiyên gerîla de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Li Serhedê dagirker ji çeperan reviyan, li Heftanînê jî 2 çeper hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me yên li eyaleta Serhedê ji bo silavkirina 27’ê Mijdarê Cejna Vejînê ku salvegera damezrandina partiya me ye, bi taktîkên gerîla yên serdema nû çalakî li dar xistin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me detayên çalakiyan wiha ne:

1’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker li qada Demîrkapi ya herêma Glîdaxê ya Agiriyê bi yekîneyên veşartî dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Hêzên me heman rojê yekîneyeke veşartî ya li qadê şopand. Dagirkerên ku hate kontrolkirin, roja 2’ê Kanûnê saet di 17:00 de bûn hedefa çalakiya gerîla ya bi koordîne ya ji du baskan ve. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

25’ê Mijdarê li herêma Glîdaxê ya Agiriyê, yekîneyeke dagirkeran a veşartî ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin. Hêzên me heman rojê saet di 09:30’î de li du çeperên dagirkeran xistin. Ev çalakiya gerîla ji 2 baskan ve bi koordîneyî hate kirin. Tîmên me yên êrişê bi lez bi ser çeperan de girtin û di nava 10 deqeyan de çeperên dagirkeran hatin xistin. Herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên mayî jî ji çeperên xwe reviyan.

Hêzên me yên ku ev çalakî li dar xistin û derbên giran li dagirkeran xistin, bêyî ku windahiyê bidin ji qada çalakiyê vekişiyan.

LI HEFTANÎNÊ 2 ÇEPER HATIN RÛXANDIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

17’ê Kanûnê saet di 12:30’î de li rêzegirên Koordîne yên qada Pîrbilayê, hêzên me yên YJA Starê li çepereke dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de çeperek hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin.

19’ê Kanûnê saet di 09:30’î de li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê li qada Pîrbilayê careke din çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, çepereke dagirkeran hate îmhakirin.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

16’ê Kanûnê saet di 19:45’an artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer qada Kafya ya herêma Garê bombe kir.

16, 17 û 18’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê qadên Girê Şehîd Şahîn, Girê Karker, Çiyayê Rêş, Şehîd Rustem, Çemço û Kunîşka bi balafirên şer bombebaran kir.

19’ê Kanûnê saet di 17:45’an de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê bi balafirên şer bombe li qadên Şikefta Birîndaran û Karker barand.

Di van êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên bi balafirên şer hatin kirin, tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv