Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Li qada Herfa T gerîlayan derb li helîkoptereke Skorsky da’

 

GERÎLAYAN GULNAZ KARATAŞ-BÊRÎTAN BI BÎRANÎN
HPG: LI QADA HERFA T GERÎLAYAN DERB LI HELÎKOPTEREKE SKORSKY DA

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku şerê li herêmên parastina medyayê berfireh û giran dibe.

HPG radigihîne, ku gerîla li Avaşîn û Zapê gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûne û van agahiyan dide:

25’ê Cotmehê 3 helîkopteran xwestin ji qada Herfa T ber bi qada Banista ve biçin.

Hêzên gerîla ew kirin hedef û helîkoptereke skorsky derb xwar.

2 helîkopterên êrişê jî li qada Herfa T bûn hedefa gerîlayan.

Di encama lêdana gerîla de her sê helîkopter ji herêmê dûr ketin.

HPG diyar dike, ku gerîlayan ev çalakî ji bo bîranîna fermandara xwe ya nemir Gulnaz Karataş-Bêrîtan li darxistine.

ARTÊŞA TIRK 3 CARAN LI DIJÎ GERÎLA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKARANÎ
HPG: LI GIRÊ QERTEL Ê AVAŞÎNÊ MAŞÎNEK Û DRONEKE HATIN ÎMHAKIRIN

Di daxuyaniya HPG’ê têkildarî şerê giran ê li Girê Qertel jî agahiyên nû tên dayîn.

HPG radigihîne, ku berxwedana gerîla hem li Girê Qertel û hem jî li qada Werxelê bênavber dewam dike.

Û dide zanîn, ku şer ne tenê li Girê Qertel, li herêma dora wê berfireh bûye û heta bi qada Stûnê çûye.

Agahiyên têkildarî encama dawî ya şerê li Girê Qertel wiha ne:

25’ê Cotmehê Artêşa Tirk xwest bi maşîneke kamera û teqemenî lê barkirî êrişî Qada Berxwedanê Girê Qertel bike.

Di encama lêdana berxwedêrên Qertel de ev maşîn, tevî teqemenî û kameraya li ser hat îmhakirin.

Heman rojê dagirkeran xwest xwe nêzî tunelên şer ên li qada berxwedanê bikin.

Hêzên gerîla 3 caran li wan dan.

Dagirkerên nekarîn bipêşkevin, 4 caran bi teqemeniyan û 3 caran jî bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayan kirin.

Dîsa 25’ê Cotmehê droneke teqemenî lê barkirî, ji aliyê gerîlayan ve hat îmhakirin.

HPG her wiha radigihîne, ku ji şeva 25’ê Cotmehê ve Qada Berxwedanê Werxelê bi çekên giran tê bombekirin.

Heman rojê balafirên şer Girê Şehîd Hawar ê li qada Goşînê ya Xakurkê bombe kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv