HÊZÊN YJA-STAR’Ê SILAV DAN PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
HPG: LI NAVÇEYA WANÊ ŞAXÊ 10 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dewleta Tirk eşkere kirin.
HPG’ê da zanîn, ku gerîlayan li navçeya Wanê Şaxê derbeke giran li artêşa Tirk dane.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên YJA-Starê li herêmê bi Pêngava Şoreşgerî ya Egîdên Botanê rabûne.
6’ê Tebaxê li nêzî gundê Şaminis, stasyoneke bazê îmha kirine.
Piştî çalakiyê eskerên Tirk bi du wesaîtan hatine cihê bûyerê û gerîlayên jin jî ketine pey şopa wan.
HPG’ê ragihand, ku hêzên YJA-Starê 7’ê Tebaxê wesaîteke bi tîpa transît a artêşa Tirk bi çalakiyeke sabotajê kirin hedef.
Di vê çalakiyê de 10 dagirker hatin kuştin û wesaît jî bi temamî hat îmhakirin.
HPG’ê diyar kir, ku hêzên YJA-Starê li Eyaleta Botanê ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya Neteweyî ya Pêngava 15’ê Tebaxê ev çalakî li darxistine.
ÊRIŞA LI DIJÎ TUNELÊN ŞER LI AVAŞÎNÊ
HPG: ARTÊŞA TIRK DÎSA LI DIJÎ TUNELAN GAZA KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ
Di daxuyaniya HPG’ê têkildarî rewşa dawî ya li Xakurkê, Zap û Avaşînê jî ev agahî hatin dayîn:
6’ê Tebaxê gerîlayan bi çekên giran dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan ê Xakurkê kirin hedef.
7’ê Tebaxê jî dîsa bi çekên giran ên gerîlayan, dagirkerên li ser Cîloya Biçûk a Zapê bûne hedef.
Artêşa tirk li vir kuştî û birîndar dan, lê hejmara wan nehat zelalkirin.
8’ê Tebaxê eskerên Tirk xwestin li Girê Sor çeperan çêkin.
Hêzên gerîla ev dagirker kirin hedef.
Dagirkeran çêkirina çeperan rawestan û qedemeyekê vekişiyan.
7’ê Tebaxê artêşa Tirk tunelên şer ên li Werxela Zapê bi teqemenî û helîkopteran bombe kir.
Her wiha heman rojê tunelên şer ên li Girê Sor û quntarên wê bi çekên giran hatin bombekirin.
Artêşa Tirk 5 caran gaza kimyewî avêt tunelên şer ên li van qadan.
Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.