Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li navçeya Şirnexê Elkê 6 dagirker hatin cezakirin

 

GERÎLA BI GELEK ÇALAKIYAN SILAV DA 15’Ê TEBAXÊ
HPG: LI NAVÇEYA ŞIRNEXÊ ELKÊ 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku gerîlayan li gelek deveran çalakî kirine.

HPG’ê eşkere kir, ku gerîlayan ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê li artêşa dewleta Tirk a dagirker dane.

Di destpêka daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gerîlayan li navçeya Şirnexê Elkê eskerên Tirk kirine hedef.

Agahî bi vî rengî ne:

Hêzên gerîla bi Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê, li qada Deriyê Qaçê ya Kato Jîrka, yekîneyeke artêşa Tirk a kemîn datanî xistin kemînê.

10’ê Tebaxê gerîlayan ev yekîneya dagirkeran bi çalakiyeke sabotajê kir hedef.

Di encama çalakiyê de herî kêm 6 eskerên Tirk hatin kuştin.

HPG’ê ragihand, ku artêşa Tirk bi helîkopteran kuştiyên xwe rakirine û xebatên danîna kemînan jî li qadê didomîne.

GERÎLA BI GELEK ÇALAKIYAN SILAV DA 15’Ê TEBAXÊ
HPG: LI METÎNA, AVAŞÎN Û HEFTANÎNÊ 7 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di daxuyaniya HPG’ê de her wiha hat eşkerekirin, ku gerîlayan bi Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê, li Metîna, Avaşîn û Heftanînê jî li artêşa Tirk dane.

Agahiyên HPG’ê parvekirî wiha ne:

11’ê Tebaxê gerîlayên YJA-Starê dagirkerên li ser Girê Kato Sulê yê Heftanînê bi çalakiyeke sekvanî kirin hedef û dagirkerek hat cezakirin.

12’ê Tebaxê li Girê Azad ê Metîna jî çalakiyeke koordînekirî û ji du milan ve ya gerîlayan pêk hat.

Gerîlayan bi awayekî serketî li çepereke tê de 3 dagirker û çekeke bombeavêj hebûn kir hedef.

Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Gerîlayan çeperek rûxand û sîleha bombeavêj jî îmha kir.

HPG’ê diyar kir, ku nûçeyên çapemeniya şerê taybet ê dewleta Tirk têkildarî şehîdbûna 3 gerîlayan derew in û di vê çalakiyê de ti zirar li hêzên gerîla nebûye.

12’ê Tebaxê livûtevgera helîkopteran li ser xeta Qaşûra ya Metîna zêde bû.

Gerîlayan bersiv dan û derb li helîkopterên artêşa Tirk dan.

Dîsa heman rojê eskerên Tirk ên berê xwe dan tunelên şer li Girê Sor ê Avaşînê bûn hedefa gerîla.

Di çalakiyê de herî kêm dagirkerek hat cezakirin.

13’ê Tebaxê eskerên Tirk xwestin bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li Werxela Avaşînê bikin.

Hêzên gerîla pêşî bi çalakiyeke sabotajê û paşê jî ji nêz ve li dagirkeran dan.

Di çalakiyê de herî kêm 2 eskerên Tirk hatin cezakirin û gerîlayan dest danîn ser 200 kîlo teqemeniyê.

HPG ragihand, ku artêşa Tirk qada Bektorya ya Avaşînê, qada Tîpa T a Zapê bi obus û helîkopteran bombe kiriye.

Her wiha 12’ê Tebaxê li dijî tunelên şer ên li Werxala Avaşînê dîsa gaza bi jahr bi kar aniye.

Di van êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv