Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Li Metîna û Xakurkê herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin’

 

BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ
HPG: LI METÎNA Û XAKURKÊ HERÎ KÊM 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîla û êrişên dewleta Tirk eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de HPG radigihîne, ku li herêma Xakurkê gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li dagirkeran dane.

HPG diyar dike ku 28’ê Tebaxê gerîlayan eskerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Şervan ê li qada Lêlkanê şopandine.

Heman rojê ji nêz ve li wan dane û herî kêm 2 eskerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê dide zanîn, ku bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Metînayê jî çalakiya gerîlayan hebû.

29’ê Tebaxê gerîlayan bi çekên giran çeperên dagirkerên li ser Girê Azad kirin hedef.

Hêzên gerîla bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.

DÎSA GAZ Û TEQEMENÎ BI KAR ANÎN
HPG: BERXWEDÊRÊN WERXELÊ DÎSA RÊ NEDAN DAGIRKERAN

Di daxuyaniyê de têkildarî berxwedana li qada Werxelê ya berxwedanê jî ev agahî hatin dayîn:

29’ê Tebaxê artêşa Tirk li dijî qada berxwedanê gazeke zêde ya bi jahr bi kar anî.

Paşê bi teqemeniyan bombe kir.

Dagirkeran xwestin ber bi tunelên şer ên Werxelê ve biçin.

Berxwedêrên Werxelê dîsa bersiv dan û dagirker jî vekişiyan.

30’ê Tebaxê jî dagirkeran li dijî qada Berxwedanê Werxelê gaza bi jahr bi kar anîn.

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî êrişên li dijî herêmên parastinê yên medyayê jî ev agahî hatin dayîn:

29’ê Tebaxê Girê Şehîd Dîren, Satê, Gundê Dê û Girê Şehîd Rizgar ji qereqolên li ser sînor…

Heman rojê dora gundên Êdinê, Dêşîşê, Serarû, Girê Koordîne, Kela Qumriyê yên Metîna Kanî Masî bi helîkopteran û ji qereqolên li ser sînor.

Dîsa 29’ê Tebaxê qada Tîpa T ya Zapê bi helîkopteran hatin bombekirin.

KESÊN BI NAVÊ NÎZAR Û ÇETÎN LI ŞIRNEXÊ PEREYÊN GEL KOM DIKIN
HPG: TI TÊKILIYA VAN KESÊN DESTÛRA ŞANTIYEYAN DIDIN BI ME RE NÎNE

HPG’ê têkildarî livûtevgereke kontrayî ya li herêma Botanê jî hişyariyeke girîng parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku kesên bi navê Nîzar û Çetîn li Şirnexê li ser navê wan ji bo vekirina şantiyeyan bi awayekî sexte destûran didin û wiha hat gotin:

Ev kes bi vî rengî ji xelkê Botanê pereyan distînin.

Ti têkiliya van kesan bi tevgera me re nîne.

Her wiha komkirina pereyan ji welatparêzên Kurdistanê jî sûc e.

Divê xelkê me yê Botanê yê welatparêz baweriyê bi van xapîneran neyîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv