CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI METÎNA Û XAKURKÊ 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.
HPG’ê ragihand, ku gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Metîna careke din li dagirkeran dane.
7’ê Tîrmehê danê êvarî, hêzên gerîla dagirkerên li ser Girê Koordîne kirin hedef.
Ev çalakî bi awayekî koordînekirî û ji du milan ve pêk hat.
Di çalakiyê de 3 eskerên Tirk hatin cezakirin û 2 çeper jî hatin rûxandin.
HPG’ê diyar kir, ku li herêma Xakurkê jî gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê çalakiyek li darxistine.
7’ê Tîrmehê eskerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Mervan bûne hedefa gerîlayan.
Li vê derê jî di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û çeperek hat rûxandin.
ÇALAKIYA 30’Ê NÎSANÊ YA LI DIJÎ QEREQOLA GIRÊ
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA GERÎLAYAN WEŞAND
Li aliyê din, gerîlayên HPG û YJA-Starê 30’ê Nîsanê bi çekên giran qereqola Girê ya li navçeya Colemêrgê Geverê kiribûn hedef.
Gerîla Tv dîmenê vê çalakiyê weşand.
Di dîmen de tê dîtin, ku gerîla pêşî dora qereqolê û paşê jî nava wê bombe dikin.
Di vê çalakiyê de çeperekî dagirkeran hatibû rûxandin.