Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Li Metîna 6 dagirker hatin cezakirin’

 

CENGA XABÛRÊ
HPG: LI METÎNA 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dewleta Tirk eşkere kirin.

Daxuyaniya HPGê wiha ye:

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li herêma Metîna bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê çalakiyeke berfireh li dar xistin.

24’ê Hezîranê gerîlayan ji du milan ve çalakiyeke koordînekirî ya serdegirtinê pêk anî.

Milê pêşî yê çalakiyê çepera çeka A-4 kir hedef.

Li vê derê ev çeper hat rûxandin û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

2 eskerên Tirk ên xwe di nava daran de veşartibûn jî bûn hedefa gerîlayan û hatin cezakirin.

Milê duyemîn, çepera bombeavêj ê artêşa Tirk kir hedef.

Di vê çalakiyê de çeka bombeavêj tevî çeperê hat rûxandin.

Li vê derê jî 2 dagirker hatin cezakirin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 6 eskerên Tirk hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera şehadeta Zeynep Kinaci-Zîlan hat lidarxistin.

BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI TUNELÊN ŞER ÊN GIRÊ SOR Ê AVAŞÎNÊ GERÎLA DERB LI DAGIRKERAN DA

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê jî li herêma Avaşînê hêzên gerîla di tevgerê de bûn.

23’yê Hezîranê artêşa Tirk xwest nêzî tunelên şer ên li Girê Sor bibe.

Gerîlayan bi bandor li wan dan.

Her wiha çalakiyeke sabotajê jî li dar xistin.

Eskerên Tirk piştî vê yekê bi saetekê dîsa xwestin bikevin çeperên şer ên gerîla.

Di encama lêdana gerîla de dagirker qedemeyekê vekişiyan.

24’ê Hezîranê artêşa Tirk dîsa xwest bikeve tunelên şer ên li Girê Sor.

Gerîlayan ji nêz ve li dagirkeran dan.

Li ser vê yekê eskerên Tirk careke din qedemeyek vekişiyan.

22 û 23’yê Hezîranê jî balafirên şer qadên Werxelê û Tabûra Ereban ên Avaşînê, gundên Dergelê û Beşîlî yên Metîna bombe kirin.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv