Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Kurdistan

HPG: Li Lêlîkanê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn

HPG’ê diyar kir ku li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla yên 5’ê Gulanê de herî kêm 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên 5’ê Gulanê yên li herêma Lêlîkanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, hêzên me roja 5’ê Gulanê saet 17:45’an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkan ê li Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Hêzên me êvara heman rojê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Kevortê yê li herêma Lêlîkanê çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyan de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa TC a dagirker roja 2’ê Gulanê li qada Şehîd Kawa ya li navçeya Farqînê ya Amedê dest bi operasyonekê kir. Operasyona dagirkeriyê roja 4’ê Gulanê bi rengekî bê encam qediya.”

Ev jî hatin dîtin

Şervanê YPG’ê Reşîd Zîron li Şehbayê şehîd bû

Stêrk Tv

Dr. Yusuf Mihemed: Bûyerên îro lidarxistina Kongreya Netewî li ser me ferz dike

Stêrk Tv