Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Kato Xelîla ya herêma Botan 2 dagirker hatin cezakirin

 

PÊNGAVA SERFIRAZIYÊ YA EGÎDÊN BOTANÊ
HPG: LI KATO XELÎLA YA HERÊMA BOTAN 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên li dijî dagirkeriya Tirk eşkere kirin.

HPG’ê ragihand, ku di çalakiyan de li Bakur û Başûrê Kurdistanê 4 dagirker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî dan:

Hêzên me li Eyaleta Botanê bi Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê rabûn.

25’ê Hezîranê dagirkerên ji ewlekariya rêya ji Geliyê Şêx diçe Çelê Bûka ya Çiyayê Kato Xelîla berpirsiyar, bûn hedefa gerîlayan.

Di çalakiyê de 2 eskerên Tirk hatin cezakirin.

Gerîlayan her wiha li konê dagirkeran jî dan, lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.

BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI ZAP Û AVAŞÎNÊ 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Li Zap û Avaşînê jî hêzên gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn.

30’ê Hezîranê gerîlayan eskerên Tirk ên li ser Girê Xeregol ê Zapê bi çekên giran kirin hedef.

Di vê çalakiyê de gelek çeperên dijmin derb xwarin û dagirkerek hat cezakirin.

Heman rojê gerîlayên li Avaşînê di nava tevgerê de bûn.

Eskerên Tirk ên li ser Girê Silêman bûn hedefa hêzên gerîla.

Di çalakiya sekvanî de dagirkerek hat cezakirin.

Eskerên ketin panîkê, ji tirsa çeperên xwe berdan û reviyan.

HPG’ê her wiha ragihand, ku artêşa dewleta Tirk a dagirker bi baalfirên şer û helîkopteran, 30’ê Hezîranê gundê Hirorê, quntarên Girê Şehîd Çiya yên Metîna, quntarên Girê Şehîd Întîkam û qada Werxelê yên Avaşînê bombe kirin.

HPG’ê diyar kir, ku di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv