Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Li Heftanînê artêşa Tirk 7 kuştî û birîndar dan’

 

CENGA XABÛRÊ
HPG: LI HEFTANÎNÊ ARTÊŞA TIRK 7 KUŞTÎ Û BIRÎNDAR DAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê bi daxuyaniyekê agahiyên dawî têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk eşkere kirin.

HPG’ê ragihand, ku gerîlayan li Heftanînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li dagirkeran dane.

Li gorî daxuyaniyê, çalakiya gerîla 27’ê Tebaxê li qada Şehîd Kendal di navbera Deriyê Dawetiyê û Girê Şehîd Rênas de pêk hatiye.

HPG’ê diyar kir, ku gerîlayan bi rêbaza sabotajê wesaîteke leşkerî ya bi tîpa Reo kirine hedef.

Di çalakiyê de wesaîta leşkerî tevî cebilxaneya tê de hatiye îmhakirin.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa dagirker di vê çalakiyê de 7 kuştî û birîndar dane.

3 esker hatine kuştin û 4 esker jî birîndar bûne.

BERXWEDANA WERXELÊ
DÎSA ÊRIŞA GAZA BI JAHR, BI BALAFIRAN BOMBERDIMAN PÊK HAT

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî berxwedana li qada Werxelê ya Avaşînê jî ev agahî hatin dayîn:

Artêşa Tirk 28’ê Tebaxê û 29’ê Tebaxê bi balafirên şer û teqemeniyan qada berxwedanê ya Werxelê bombe kirin.

Her du rojan jî gazên bi jahr bi kar anîn.

Piştî vê êrişê, dagirkeran xwest ber bi qada berxwedanê ve biçin.

Berxwedêrên Werxelê dest li vê hewldana artêşa Tirk werdan û dagirker vekişiyan.

HPG’ê têkildarî bomberdimana artêşa Tirk rojane li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike jî ev agahî dan:

28’ê Tebaxê Girên Şehîd Rizgar, Şehîd Elî û qada Werxelê yên Avaşînê, dora gundên Hirorê, Dêşîşê, Derarê, Kêste, Serarû, Girên Koordîne, Zendûra û Şehîd Çiya yên Metîna û bajarokê Kanî Masî, gundê Kêlê yê herêma Zapê bi helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor hatin bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv