BAZÊN ZAGROSÊ LI AVAŞÎNÊ
HPG: LI GIRÊ SILÊMAN Û GIRÊ SOR ÊRIŞA LI DIJÎ TUNELAN HAT ŞIKANDIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan:
21 û 22’yê Tîrmehê gerîlayan li Girê Silêman ê Avaşînê bi du çalakiyên çekên giran li eskerên artêşa Tirk dan.
22’yê Tîrmehê jî dagirkeran xwest berê xwe bidin tunelên şer ên li Girê Sor ê Avaşînê.
Gerîlayan ji nêz ve li wan dan û dagirker qedemeyekê vekişiyan.
23’yê Tîrmehê jî eskerên Tirk xwestin bikevin tunelên şer ên li Girê Sor.
Gerîlayan dîsa li wan dan û careke din dagirker vekişiyan.
Li ser vê yekê artêşa Tirk tunelên şer ên li Girê Sor bi çekên giran bombe kirin.
Her wiha 22’yê Tîrmehê jî gaza bi jahr û teqemenî avêt nav tunelan.
HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi helîkopter û balafirên şer jî ev agahî dan:
22 û 23’yê Tîrmehê gundê Bêbadê yê Çemanka Amêdiyê, qada Stûna ya Avaşînê, qada Herfa T ya Zapê hatin bombekirin.
HPG’ê diyar kir, ku di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebûye.