ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI GIRÊ MAMREŞO, ŞEHÎD SERDAR Û MUNZÛR ŞER GIRAN E
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên gerîla li ser bingeha Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, çalakiyên xwe li dijî dagirkeran bê navber didomînin.
Li gorî daxuyaniya HPGê;
Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, 3’yê Gulanê gerîlayan bi çekên giran dagirkerên li ser Girê Mamreşo yê Avaşînê kirin hedef.
Gerîlayan bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.
Piştç çalakiyê artêşa Tirk qad bi çekên giran bombe kir.
ARTÊŞA TIRK DÎSA GAZA JAHRÊ BI KAR ANÎ
HPG: LI AVAŞÎNÊ GAZEKE ZÊDE YA JAHRÊ AVÊTIN TUNELÊN ŞER
3’yê Gulanê bi şev, dagirkeran girên Şehîd Munzûr, Mervanos, Dilgeş û Mamreşo yên Avaşînê bi dijwarî bombe kirin.
Piştî bomberdimanê, artêşê eskerên xwe danîn ser giran.
Artêşa dagirker a heta niha ji ber berxwedana gerîla ti encam bi dest nexistî, dîsa serî li rê û rêbazên qirêj da.
Dagirkerên ku di hewldana xwe ya ketina tunelên şer de dîsa neçûn serî, li Girên Şehîd Serdar û Şehîd Munzûr gazeke zêde ya bi jahr bi kar anîn.
Tevî êrişan hemûyan jî berxwedana dîrokî ya gerîla li vê herêmê didome.
3’yê Gulanê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal avahiya qeymeqamiyê ya navçeya Colemêrgê Çelê kirin hedef.
Hêzan bi awayekî serketî li avahiya qeymeqamiyê dan.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de çalakiya 26’ê Nîsanê ya li Girê Şehîd Serxwebûn ê Zapê jî bi bîr xist.
Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatibûn kuştin û 2 dronên artêşa Tirk derb xwaribûn.
ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: FERMANDARÊ FEDAYÎ BAWER DEYNDAR 3’YÊ GULANÊ ŞEHÎD BÛ
HPG’ê diyar kir, ku di çalakiyê de fermandarê gerîla yê fedayî Bawer Deyndar li pêş meşiya ye û derb li dagirkeran xistiye, bi giranî birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gerîla Bawer 3’yê Gulanê tevî hewldanên rizgarkirinê hemûyan jî şehîd bûye.
Ûmût Han bi nasnav Bawer Deyndar li Mûşê ji dayîk bûye.
UMUT HAN
BAWER DEYNDAR
MÛŞ
DÊ Û BAV: GONUL – DOGAN
3’YÊ GULANÊ
Di serî de malbata şehîd, HPG’ê ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza bicihanîna armanc û xeyalên şehîdan dubare anî ziman.