Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Li Girê Lêlikan çeperên dagirkeran tevî eskerên tê de hat îmhakirin’

 

GERÎLAYAN LI XAKURKÊ LI DAGIRKERAN DAN
HPG: LI GIRÊ LÊLIKAN ÇEPERÊN DAGIRKERAN TEVÎ ESKERÊN TÊ DE HAT ÎMHAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla bi pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li Xakûrkê dagirkeran dane û ev agahî dan.

5’ê Kanûnê gerîlayan ji du milan ve bi awayekî koordîneyî li çepereke artêşa Tirk dan.

Di çalakiyê de çeper tevî eskerên têde hat îmhakirin.

Di vê navberê de HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk 18’ê Mijdarê li qada şehîd Ehmed a Xakurkê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye.

HPG’ê diyar kir ku ev tevger dewam dike û agahiyên derbarê vê dema bi dest ketin wê bi raya giştî re parve bikin.

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê
“DEWLETA TIRK JI BO SER TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE GELEK QADÊN ZAP’Ê BOMBE KIRIN”

Gerîlayan di navbera 8 û 9’ê Kanûnê jî li Zapê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker dabûn.

Tîmên taybet ên gerîla ji 5 milan ve operasyoneke şoreşgerî pêk anîbûn..

Divê operasyona şoreşgerî de gelek dagirker hatibûn kuştin.

Gerîla çûbûn ser cenazeyên 8 eskaran û cebilxane li ser wan rakiribûn..

HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên hewayê yên berferih hewl dide ser vê têkçûna xwe binixumîne û got:

9’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker qadên Kûnişka, girê şehîd Fedakar, şehîd Şahan:

Şehîd Rustem û qada Saca yên herêma Zapê bi balafirên şer bombe kirin.

Di van êrişên bêkêr ên dewleta Tirk a dagirker de ti zerar negihîştiye hêzên me yên li ZAP’ê.

7’ê Kanûnê jî li qada Cîloyê Biçûk a Zapê gerîlyan li dronên artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di encama destwerdana hêzên me de dron neçar man ji herêmê biçin.

Heman rojê artêşa Tirk qada şehîd Şerîf a Xakurkê bi balafirên şer bombe kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv