Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Girê Azad dagirkerek hat cezakirin

 

CENGA XABÛRÊ LI METÎNA
HPG: LI GIRÊ AZAD DAGIRKEREK HAT CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku gerîlayan li Metîna bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li dagirkeran dane.

HPG’ê ragihand, ku 9’ê Tîrmehê gerîlayan bi çalakiyeke sekvanî eskerên Tirk ên li ser Girê Azad kirin hedef.

Di çalakiyê de dagirkerek hat kuştin.

Gerîlayan her wiha 2 sîstemên kamerayên mobesse yên li ser heman girî jî îmha kirin.

HPG’ê diyar kir, ku li qada Milîtan a Metîna jî çalakiya gerîlayan hebû.

9’ê Tîrmehê gerîlayan komeke dagirkeran kirin hedef.

Hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.

Piştî çalakiyê, artêşê xwest bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe rake.

Gerîlayan li helîkopteran dan û ew ji herêmê dûrxistin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand, ku 3’yê Tîrmehê artêşa Tirk li bejahiya bajarokê Bajêrgeh ê navçeya Colemêrg ê Geverê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye.

5’ê Tîrmehê dora gundê Tilora bi balafirên şer hatiye bombekirin.

7’ê Tîrmehê jî artêşa Tirk bi awayekî qismî ji herêmê vekişiya ye.

Lê yekîneyên xwe yên veşartî li gundên Kuçê, Tilora Jêr û Jor hiştine.

Têkildarî êrişên bi balafirên şer, helîkopter û obusan ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî HPG’ê ev agahî dan:

8’ê Tîrmehê qada Girê Rostê ya Xakurkê bi balafirên şer hat bombekirin.

8-9-10’ê Tîrmehê tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê bi helîkopteran û obusan hatin bombekirin.

9’ê Tîrmehê tunelên şer ên li Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê bi teqemeniyan hatin bombekirin.

10’ê Tîrmehê balafirên şer qada Saca ya Zapê bombe kirin.

HPG’ê da zanîn, ku di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv