Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li dijî hêzên PDK’ê ti êrişa me çênebûye

 

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
LI DIJÎ HÊZÊN PDK’Ê TI ÊRIŞA HÊZÊN ME ÇÊNEBÛYE

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî livûtevgera hêzên PDK’ê ya bi êrişên dagirkeriya Tirk re zêde bûye ev agahî dan:

4’ê Gulanê li Metîna hêzên hevpar ên sînor ên Pêşmerge û Iraqê li navbera qadên Binavya û Bêdehê li ser girekî…

Li navbera qadên Teşîşa û Qumriyê li ser girekî bi cih bûn.

Hêzên me hewl dan rewşê fêm bikin û ti astengî li pêşiya van hêzan nehat derxistin.

Em bi fikar, hewl didin armanc û niyeta van hêzan fêm bikin.

HPG’ê her wiha têkildarî hin nûçeyên di çapemeniya PDK’ê de têkildarî êrişeke li dijî hêzên pêşmerge hatin belavkirin jî bersiv da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, weke tê gotin, ti êrişeke me li dijî van hêzan çênebûye.

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
EM LI BENDÊ NE HÊZÊN PÊŞMERGE YÊN KURDISTANÊ DESTEKÊ BIDIN BERXWEDANA NETEWEYÎ

Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li dijî dewleta Tirk a qirker, ku dixwaze Kurdistanê dagir bike, berxwedaneke dîrokî dikin.

Ev berxwedaneke pîroz û neteweyî ye.

Em li bendê ne, ku hêzên pêşmerge yên Kurdistanê jî beşdarî vê berxwedana dîrokî û neteweyî bibin.

Heke destekê nedin jî, qet nebe divê nekevin pey hewldanên tengkirina qadên hêzên me.

Ji ber ku helwestên bi vî rengî, xizmetê ji berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd re nakin.

Di vê mijarê de em ji herkesî hêviya helwest û hişyariyeke neteweyî dikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv