PÊNGAVA SERFIRAZIYÊ YA EGÎDÊN BOTANÊ
HPG: LI BOTANÊ, ZAP Û AVAŞÎNÊ 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
HPG’ê ragihand, ku di çalakiyan de li Bakur û Başûrê Kurdistanê 4 dagirker hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê li çiyayê Kato Xelîla, di çalakiya gerîlayan de 2 eskerên Tirk hatine kuştin.
HPG”ê diyar kir, ku 30’ê Hezîranê gerîlayan eskerên Tirk ên li ser Girê Xeregol ê Zapê bi çekên giran kirin hedef.
Di vê çalakiyê de gelek çeperên dijmin derb xwarin û dagirkerek hat cezakirin.
HPG’ê ragihandin, ku heman rojê an go 30’ê Hezîranê gerîlayên li Avaşînê di nava tevgerê de bûn.
Eskerên Tirk ên li ser Girê Silêman bûn hedefa hêzên gerîla.
Di çalakiya sekvanî de dagirkerek hat cezakirin.
HPG’ê her wiha ragihand, ku artêşa dewleta Tirk a dagirker bi baalfirên şer û helîkopteran, 30’ê Hezîranê gundê Hirorê, quntarên Girê Şehîd Çiya yên Metîna, quntarên Girê Şehîd Întîkam û qada Werxelê yên Avaşînê bombe kirin.
HPG’ê diyar kir, ku di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.