PÊNGAVA SERFIRAZIYÊ YA EGÎDÊN BOTANÊ
HPG: LI BERWARIYA SÊRTÊ 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku hêzên wan li Herêma Botanê, Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê ragihandine.
Di çarçoveya pêngavê de gerîlayan 9’ê Hezîranê li navçeya Sêrtê Berwarî çalakiyek berfireh li darxistine.
Gerîlayan li navbera gundên Osyan û Aqîrê dagirkerên li ser girekî kirin hedef.
Bi awayekî koordînekirî, çalakî pêk hat.
Milê pêşî çeperekî 3 eskerên Tirk tê de kir hedef.
Milê duyemîn jî çeperekî 3 dagirker tê de kirin hedef.
Di çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin û stasyoneke bazê hat îmhakirin.