ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI AVAŞÎNÊ 4 HEVALÊN ME 23’YÊ NÎSANÊ ŞEHÎD BÛN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, ku 23’yê Nîsanê li herêma Avaşînê 4 gerîla şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Hevrêyên me Asya, Ekîn, Çiyager û Dilgeş bi çekên giran derb li helîkopterên dijmin dan.
Tevahiya şevê şer kirin û nehiştin dagirker li ser girê Şehîd Dilgeş bi cih bibin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Mîne Îpekten bi nasnav Asya Kerîm li Bûrsayê ji dayîk bûye.
MÎNE ÎPEKTEN
ASYA KERÎM
BÛRSA
DÊ Û BAV: FEYRÛZE – MAHMÛT
Vahîde Zengîn bi nasnav Ekîn Tilora li Colemêrgê ji dayîk bûye.
VAHÎDE ZENGÎN
EKÎN TILORA
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: KAMÎLE – TAHIR
23’YÊ NÎSANÊ-AVAŞÎN
Bereket Beytûr bi nasnav Çiyager Cizîrî li Şirnexê ji dayîk bûye.
BEREKET BEYTÛR
ÇIYAGER CIZÎRÎ
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: HATÎCE – OMER
23’YÊ NÎSANÊ-AVAŞÎN
Û Zennûn Mihemed Salih bi nasnav Dilşêr Egîd li Hesekê ji dayîk bûye.
ZENNÛN MIHEMED SALIH
DILŞÊR EGÎD
HESEKÊ
DÊ Û BAV: AZÎZA – MIHEMED SALIH
23’YÊ NÎSANÊ-AVAŞÎN
Di daxuyaniya HPG’ê de hat ragihandin, ku her çar gerîlayan bi şerê xwe derbên giran li artêşa dagirker dane û wiha hat gotin:
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, bila serê gelê Kurdistanê hemûyî sax be.
Soza me ye, ku armanca xwe ya Kurdistan û Rêbertiya Azad bi ser bixin.