Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Avaşînê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

 

PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎNÊ 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

20’ê Hezîranê gerîlayan dagirkerên li qada Kilîse ya herêma Avaşînê li hev kombûbûn kirin hedef.

Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.

Her wiha kamerayeke mobesse û dûrbîneke teleskop jî hatin îmhakirin.

20’ê Hezîranê jî gerîlayan xebatên çêkirina rêya leşkerî ya artêşa Tirk li quntarên Çarçela ya Avaşînê kirin hedef.

Gerîlayan bi çekên giran li 3 kepçe û wesaîtekê dan, û kepçeyekê derb xwar.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê xebatên çêkirina rêya leşkerî rawestandin.

HPG’ê her wiha ragihand, ku 19, 20 û 21’ê Hezîranê artêşa Tirk bi teqemenî û helîkopterên êrişê tunelên şer ên li qada Werxelê, bi balafiran 4 caran qada Girê Sor ên Avaşînê hatin bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv