Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Avaşînê 3 dagirker hatin cezakirin

 

BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎNÊ 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên şerê li qadên Werxelê û Girê Sor ên herêma Avaşînê eşkere kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ku li vê derê gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê radibin.

HPG’ê ragihand, ku 23’yê Hezîranê artêşa Tirk çeperên şer ên li qada Werxelê bombe kirin û ev agahî li daxuyaniya xwe zêde kirin:

24’ê Hezîranê saet 12’ê nîvro, li dijî dagirkerên xwestin bikevin çeperên şer, gerîlayan çalakiyeke koordînekirî li darxistin.

Ev çalakî ji du milan ve pêk hat û 2 dagirker hatin cezakirin.

Heta saet 5’ê êvarî şerê li vê derê dewam kir.

Piştî şer, artêşa TIrk neçar ma qedemeyekê vekişe.

Bi şev saet 9 û nîvan, balafirên şer çeperên şer bombe kirin.

Dûre komek ji dagirkeran berê xwe dan çeperan û gerîlayan li wan dan.

Helîkopterên êrişê û Skosky yên artêşa Tirk ên xwestin bikevin qada şer jî bûn hedefa çekên giran ên gerîlayan.

25’ê Hezîranê serê sibê, artêşa Tirk li Girê Sor jî xwest bikeve çeperên şer ên gerîla.

Gerîlayan li wan da û dagirkerek hat cezakirin.

Piştî bersiva gerîla, eskerên Tirk qedemeyekê ji vir jî vekişiyan.

HPG’ê têkildarî êrişên bi balafir û helîkopteran jî ev agahî dan:

24’ê Hezîranê Girê Sor, dora gundê Herkî û qada Werxelê yên Avaşînê, qada Qaşûra û gundê Orê yên Metîna ji qereqolên li ser sînor û helîkopteran hatin bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv