CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎNÊ 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên dawî yên gerîlayan bi daxuyaniyekê ev agahî dan:
11’ê Tîrmehê gerîlayên HPG û YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Metîna li dagirkeran dan.
Gerîlayan eskerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Berxwedan kirin hedef.
Û bi awayekî serketî li çeperên wan dan.
Kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.
10 û 11’ê Tîrmehê jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê gerîlayan li Avaşînê li dagirkeran dan.
Eskerên Tirk xwestin li dora tunelên şer ên Werxelê kamera û teqemeniyan bi cih bikin.
Gerîlayan teqemenî bê bandor kirin û dest danîn ser kamerayekê.
Piştî wê bi rojekê, dagirkeran xwestin bikevin tunelên şer.
Gerîlayan ji nêz ve li wan dan û li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin.
HPG’ê her wiha ragihand, ku 11’ê Tîrmehê artêşa Tirk tunelên şer ên li Girê Sor bombe kir û gaza kîmyewî bi kar anî.
Heman rojê qad û gundên Derarê, Hirorê, Êdinê, Deşîşê, Serarû û Kela Qumriyê yên Metîna batin bombekirin.
11’ê Tîrmehê qada Deşta Kafya ya Garê, qadên Kurojehro, 12 Temmuz û Kunîşka yên Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.
HPG’ê diyar kir, ku di van êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.