Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Avaşînê 13 dagirker hatin cezakirin

 

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎNÊ 13 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, 8’ê Hezîranê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed dagirkerên li ser Girê Azad ê Metîna kirine hedef.

Û bi awayekî serketî çalakiya xwe li dar xistine.

Li Xakurkê û Avaşînê jî gerîlayên HPG û YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûne.

7’ê Hezîranê bi çalakiyeke sekvanî dagirkerên li ser Girê Lêlkan ê Xakurkê bûne hedefa gerîlayan.

Li vê derê eskerekî Tirk hat cezakirin.

Heman rojê dagirkerên ji qada Banîsta berê xwe dan qada Werxelê ya Avaşînê bûn hedefa 3 çalakiyên sabotajê yên gerîlayan.

Kuştî û briîndarên artêşa Tirk çêbûn lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Eskerên Tirk 7’ê Hezîranê xwestin bikevin tunelên şer ên Werxelê.

Gerîlayan li dagirkeran dan û 2 ji wan hatin cezakirin.

Dîsa li qada Kîlîse ya li heman herêmê jî gerîlayan li artêşa Tirk xistin.

7ê Hezîranê li qadên Werxelê, Kilîse yên Avaşînê gerîlayan gelek çalakî lidar xistin.

Lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.

9’ê Hezîranê artêşa dagirker dîsa xwest bikeve tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê.

Gerîlayan li vê derê 3 dagirker ceza kirin.

Her wiha eskerên li ber çepera şer kombûbûn jî bûn hedefa du çalakiyan û li vir jî dagirkerek hat cezakirin.

Du esker jî birîndar bûn.

Heman rojê an go 9’ê Hezîranê gerîlayan bi ser eskerên li ber çeperên şer kombûbûn de girtin.

Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bûn.

Li qada Werxelê şerê dijwar ê di navvbera hêzên gerîla û artêşa Tirk de dewam dike.

Di daxuyaniya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk ên bi balafir û helîkopteran jî ev agahî hatin dayîn:

8’ê Hezîranê gundê Şikeftiyan ê herêma Garê, Qada Şekîf a Xakurkê, qadên Werxelê, Dola Maran, Dola Konferansê, Mamreşo û Mervanos ên Avaşînê, Cîloya Biçûk a Zapê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv