Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Avaşîn û Zapê 6 dagirker hatin kuştin

 

“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: LI AVAŞÎN Û ZAPÊ 6 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û encama êrişên dagirkeriya Tirk, şer û çalakiyên gerîlayan eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê:

Li Avaşîn û Zapê hêzên gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li artêşa Tirk dan.

27’ê Nîsanê danê êvarî gerîlayan çepereke li Qela Bedewê ya Zapê kir hedef.

Di çalakiyê de çepereke bombeavêj hat rûxandin û dagirkerek hat kuştin.

28’ê Nîsanê gerîlayan rê li ber eskerên xwestin li ser Girê Şehîd Serdar ê Avaşînê pêş bikevin girtin.

Ji sibehî heta danê nîvro şerekî dijwar qewimî.

Di encama bersivdayîna gerîlayan de dagirker ji neçarî qedemeyekê vekişiyan.

Hejmara kuştî û birîndarên artêşa dagirker nehat zelalkirin.

28’ê Nîsanê gerîlayan eskerên li ser Girê Mamreşo kirin hedef.

Di çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin.

Gerîlayan her wiha bi awayekî hemwext bi hawanan li eskerên li ser gir xistin.

Helîkopteran kuştî û birîndar ji ser gir rakirin.

Heman rojê piştî nîvro gerîlayan bi çekên giran bi ser dagirkerên li Girê Şehîd Serdar ve girtin.

Di vê çalakiyê de jî 2 esker birîndar bûn.

“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: DAGIRKERAN 16 CARAN TUNELÊN ŞER BOMBE KIRIN Û DÎSA JÎ NEKARÎN BIKEVINÊ

Dîsa 28’ê Nîsanê…

Dagirkeran xwest bikevin tunelên şer ên li Girê Mamreşo.

Ji bo vê yekê bomberdimaneke dijwar kirin.

Bi balafirên şer, teqemenî û bombeavêjan 16 caran tunelên şer bombe kirin.

Dîsa jî nekarîn gerîla têk bibin û bikevin tunelan.

29’ê Nîsanê serê sibê, ji Qela Bedewê, Girên Şehîd Merwan, Şehîd Harûn heta Boxazê Nêrwe yên Zapê gerîlayan gelek çalakî li dijî dagirkeran lidarxistin.

Her wiha şerekî dijwar jî qewimî.

Agahiyên têkildarî vî şerî wê paşê bi raya giştî re bên parvekirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv