Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Ji bo tolhildana şehîdên Mamreşo gelek çalakî hatin li darxistin

 

PÊNGAVÊN CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: JI BO TOLHILDANA ŞEHÎDÊN MAMREŞO GELEK ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.

HPG’ê got, gerîlayan bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, ji Botanê heta Zagrosan li dagirkeran dane.

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin, ku gerîlayan li gelek deveran ji bo tolhildana şehîdên Mamreşo derbên giran li artêşa Tirk xistine.

Li gorî daxuyaniyê.

JI HÊZÊN ŞEHÎD DELAL AMED ÇALAKÎ
LI DIJÎ DAGIRKERÊN LI SER GIRÊ ZENDÛRA 3 ÇALAKÎ

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 6’û Gulanê bi du çalakiyên hemwext û çalakiyeke cûda dagirkerên li ser Girê Zendûra yê Metîna kirin hedef.

Hêzên Şehîd Delal bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.

1’ê Gulanê li qada Deriyê Wara yê Çiyayê Cûdî, gerîlayan bi çalakiyeke sekvanî li eskerên Tirk dan û eskerek hat kuştin.

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê…

6’ê Gulanê gerîlayan artêşa Tirk a li ser Girên Zendûra Mezin û Biçûk bi cih bûbûn bi çekên giran kirin hedef.

Bi çalakiyê 3 fuzeyên katyûşa li çeperên dagirkeran ên li Zendûra Mezin û 2 fuzeyên katyûşa jî li yên Zendûra Biçûk ketin.

Di her du çalakiyan de jî çeperên artêşa Tirk derb xwarin.

Kuştî û birîndarên dagirkeran çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI ZAGROSAN ZÊDETIRÎ 12 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.

6’ê Gulanê gerîlayan bi doçkayan dagirkerên li ser Girê Şehîd Munzûr û Qela Mamreşo yên Avaşînê kirin hedef.

Heman rojê dîsa bi doçkayan û her wiha bi hawanan gerîlayan li eskerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Serdar xistin.

Dîsa 6’ê Gulanê li ser Girê Şehîd Serdar ê Avaşînê 15 deqeyan şer qewimî.

Di van çalakiyan de drtêşa Tirk kuştî û birîndar dan, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

6’ê Gulanê artêşa dagirker li dijî qada Aris Faris a Avaşînê tevgera êrişê da destpêkirin.

Dema dagirkeran xwest bikevin çeperên şer, gerîlayan bi bombeyên destan û çekên ferdî bersiv dan.

Di vê çalakiyê de eskerek hat kuştin.

Şerê li vir ber bi danê êvarî ve giran bû û gerîlayan bi şev bi sîlehên termal li dagirkeran dan.

Bi vê çalakiyê jî 4 esker hatin kuştin.

Artêşa dagirker a ji êvara 6’ê Gulanê heta şeveqa 7’ê Gulanê nekarî bikeve çeperên şer û derb xwar, dîsa serî li rêbazên qirêj da.

Gazên bi jahr avêtin nava çeperên şer û xwest bikeve wan.

Gerîlayan bi bombeyên dest û çekên ferdî bersiv dan, dagirker hilpekandin.

Kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûn lê hejmar nehat zelalkirin.

6’ê Gulanê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Şehîd Merwan ê Zapê bi çalakiyeke koordînekirî kirin hedef.

Milekî çalakiyê bi bombeyên destan, çekên ferdî bi ser dagirkeran de girt û li wan da.

Di vê çalakiyê de 4 esker hatin kuştin.

Paşê 3 milên parastinê, ji sê aliyan ve eskerên li ser gir kirin hedef.

Di vê çalakiyê de jî 2 esker hatin kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv