Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Ji bo silavkirina 1’ê Hezîranê gelek çalakî hatin lidarxistin

 

ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: JI BO SILAVKIRINA 1’Ê HEZÎRANÊ GELEK ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi performansa xwe ya şer a bi têsîr, çalakî û asta bilind a berxwedanê dikevin sala 18’an a Pêngava 1’ê Hezîranê.

Ji bo silavkirina pêngavê gerîlayan gelek çalakî li darxistin.

Em ê bi ruhê 1’ê Hezîranê heta serketina teqezbûyî têkoşîna xwe bidomînin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI ZAP Û AVAŞÎNÊ 18 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî çalakiyan van agahiyan cih girt:

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê…

24’ê Gulanê gerîlayan li Dola Maran a Avaşînê bi 2 çalakiyan li dagirkeran dan.

Di her du çalakiyan de 13 dagirker hatin cezakirin û 4 jî birîndar bûn.

31’ê Gulanê dagirkeran ji qada Mervanos berê xwe dan Tabûra Ereban.

Gerîlayên ketin ferqa vê yekê li wan dan, 3 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.

Eskerên Tirk ên ketin panîkê, li nava qada ku berê agir pêketibû belav bûn.

Gerîlayên YJA-Starê ev dagirker kirin hedef.

Ji ber şewata li qadê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.

31’ê Gulanê gerîlayan bi çekên giran eskerên Tirk ên li ser Girê Xeregol ê Zapê kirin hedef û dagirkerek hat cezakirin.

1’ê Hezîranê dîsa li Zapê bi çalakiyeke sekvanî dagirkerek hat cezakirin.

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî êrişên bi balafirên şer û helîkopteran jî ev agahî cih girtin.

31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê gundê Ergenê yê herêma Garê, qadên Tabûra Ereban, Mamreşo, Mervanos, Qertel, Girê Sor, Geliyê Basya û Gundê Dirê yên Avaşînê, qadên Kela Bêdewê, Herfa T, Ciloya Biçûk, Şehîd Mervan ên Zapê, Girê Zendûra yê Metîna gelek caran hatin bombekirin.

Ji ber êrişan li gelek deveran agir bi qadên daristanî ket û hê jî dişewitin.

Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv