HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL
HPG: HÊZÊN ŞEHÎD DELAL LI DAGIRKERÊN LI SER GIRÊ ZENDÛRA DAN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.
HPG’ê ragihand, ku hêzên gerîla bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiyên bi bandor li darxistine.
Li gorî daxuyaniyê…
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 7’ê Gulanê artêşa Tirk a li ser Girê Zendûrê yê Metîna kirin hedef.
Hêzên Şehîd Delal bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.
PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ
HPG: YJA-STAR’Ê LI XANTÛRÊ LI DAGIRKERAN DA
Bi pêngava Cenga Xabûrê…
6’ê Gulanê gerîlayên YJA-Starê li qada Xantûrê ya Heftanînê dagirker kirin hedef.
Gerîlayên jin bi çalakiyeke sabotajê li artêşa Tirk a li ser Girê Şehîd Berxwedan xistin.
Piştî çalakiyê artêşa dagirker qad bi dijwarî bombe kir.
PÊNGAVÊN BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ
HPG: LI QADA ARIS FARIS A AVAŞÎNÊ GERÎLA DERBÊN GIRAN LI DAGIRKERAN DIXE
Bi Pêngava Bazên Zagrosê.
7’ê Gulanê gerîlayan bi çekên giran dagirkerên li qada Mamreşo li ser Girê Şehîd Munzûr ê Avaşînê kirin hedef.
Hêzên gerîla bi çekên giran ev çalakî li darxistin û li hedefên xwe dan.
Heman rojê gerîlayan artêşa Tirk a li qada Aris Faris a Avaşînê bi cih bûyî, kirin hedef.
Li vê derê jî bi awayekî serketî li cihên dagirkeran hat xistin.
Dîsa 7’ê Gulanê artêşa Tirk xwest bi bombekirina tunelên şer û gazên bi jahr bikeve tunelên qada Aris Faris.
Hêzên gerîla ji nêz ve li dagirkeran dan.
Tevî ku eskerên Tirk gelek caran xwestin bikevin tunelan jî gerîlayan destûr nedan.
Di şer de gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûn.
8’ê Gulanê serê sibê dagirkeran dîsa xwestin bikevin tunelên şer ên li qada Aris Faris.
Dîsa gazên bi jahr bi kar anîn û tevî vê yekê jî nekarîn xwe ji derbên giran ên gerîla rizgar bikin.
Di daxuyaniya HPG’ê de her wiha ahat ragihandin, ku balafirên şer ên artêşa Tirk 7 û 8’ê Gulanê Girê Zendûra, Gundê Hirorê, Zinarê Kêste û dora gundê Kêste yên Metîna, qada Kunîşka ya Zapê bombe kirin.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.