Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Hêzên PDK’ê koordînatan dide dewleta Tirk

 

PÊNGAVÊN CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: GERÎLAYAN DEST DANÎN SER GELEK ALAVÊN ESKERÎ Û DRONEK HAT ÎMHAKIRIN

Navenda ragihandin û çapemeniya HPGê derbarê pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de ev agahî parvekirin..

10’ê Hezîranê gerîlayan li Avaşîn ên li tunelên şer ên qada Werxelê ji 2 milan ve bi kordîneyî li dijî eskerên dagirker çalakî pêk anîn.

Hêzên me bi çekên ferdî bi awayek bandor li eskeran xistin.

Dagirkerên ku neçar mane birevin, gelek malzemeyên leşkerî li pey xwe hiştin.

Gerîlayan 250 kîlo teqemenî, çenteyekî leşkerî, detektoreke mayînan û durbîneke dagirkeran desteser kirin.

12’ê Hezîranê eskerên artêşa tirk xwestin nêzî tûnelê şer ên qada Werxelê bikin.

Gerîlayan li dijî wan çalakî pêk anîn û neçar man xwe paşde bikşînin.

Dagirkeran careke din bi bombeyên gazê xwestin êrişî tunelên şer bikin.

Lê gerîlayan dîsa bi awayek bandor li dagirkeran xistin û neçar man xwe paşde vekşînin.

Her wiha gerîlayan Dronek îmha kirin.

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk eskerên xwe yên li herêma werxelê, Mervanos, Mamreşo û Şûkê bi helîkopterê veguhestine.

HPGê derbarê bombebarana artêşa tirk de ev agahî dan.

Îro artêşa Tirk ji qereqolên sînor bi obus û hawanan û balafirên şer herêma Werxelê bombebaran kiriye.

12ê Hezîranê artêşa tirk qadên girêdayî herêma Zapê Kûnîşka, Sîda, Çemço û herfa T bi obus, hawan û Balafirên şer bombebaran kir.

Ji ber bombebaranê li herêma Kûnîşka şewat derket û ev şewat hêjî didome.

Artêşa Tirk herêma Kûnîşka bi helîkopteran bombe kir.

Piştî mudaxeleya gerîlayan helîkopter ji qadê dur ket.

Helîkopter li ser qada Cîloyê biçûk û Herfa T gerîyan û qata herfa T bombe kir.

ÇALAKIYA GERÎLAYÊN YJA-STARÊ
HPG: LI XAKURKÊ 2 ESKERÊN ARTÊŞA DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Navenda ragihandina HPGê daxuyakirin ku roja 12ê Hezîranê gerîlayên YJA-Starê bi çekên gran li eskerên li girê Şehîd Axîn ê li Xakûrkê xistine.

Di encama çalakiya gerîlayên jin de 2 esker hatin kuştin.

“PDK LI METÎNAYÊ ÇEPERAN Û RÊYAN ÇÊDIKE”
HPG: HÊZÊN PDK’Ê KOORDÎNATAN DIDE DEWLETA TIRK

Navenda ragihandina HPGê li ser tevgera hêzên PDK’ê ya li herêmê jî ev agahî dan.

Hêzên PDK’ê yên li Metînayê li her ciha ku lê hene çeperan û rêyan çêdikin.

12’ê Hezîranê di destê sibehê de hêzên me li wê herêmê ceribandinek kirin.

Di dema wê ceribandinê de hêzên PDK’ê koordînatên hêzên me tespît kirine û ev koodînat dane dewleta tirk.

Qada ku hevalên me lê bûn ji aliyê balefirên Tirk ve hatine bomberdûmankirin.

Lê ji ber ku hêzên me tevdîreke baş stendine, tiştek bi hêzên me nehatiye.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv