DI SALVEGERA PEYMANA LOZANÊ DE ÊRIŞA PDK’Ê
HPG: HÊZÊN PDK’Ê BERÊ XWE DAN NOQTEYÊN GERÎLA YÊN METÎNA Û ŞEREKÎ DEMKURT QEWIMÎ
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya duyemîn de jî têkildarî provokasyoneke hêzên PDK’ê agahî dan.
HPG’ê bi bîr xist, ku 5’ê Hezîranê hêzên PDK’ê li Girê Çarçel û Girê Hekkarî yên Metîna bi awayekî êrişkar bi cih bûbûn.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
Tevî hişyarî û bangan jî hêzên PDK’ê çeper û rê çêkirin, hêz û wesaîtên zirxî veguhestin van qadan.
Van hêzan bi awayekî balkêş bi taybetî jî 24’ê Tîrmehê serê sibê, ji Girê Çarçel berê xwe dan noqteyên gerîla.
Weke beriya niha jî me ji raya giştî re ragihandî, hêzên gerîla bi salan li van qadan biçeperbûne.
Ji ber ku hêzên PDK’ê berê xwe dan vê qadê şerekî demkurt qewimî.
Hêzên PDKê bi çekên giran êrişî noqteyên gerîla kirin û agir bi qadê xistin.
Di heman demê de balafirên keşfê û şer ên dewleta Tirk jî bi awayekî zêde li ser herêmê difirin.