Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Hêzên me li Zapê derb li helîkoptereke êrişê dan

 

BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: HÊZÊN ME LI ZAPÊ DERB LI HELÎKOPTEREKE ÊRIŞÊ DAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewş û şerê dawî yê li Zap, Metîna û Avaşînê du daxuyanî dan.

Di daxuyaniya pêşî de agahiyên dawî têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê.

22’yê Tîrmehê nîvê şevê li qada Werxelê ya Zapê, 2 helîkopterên êrişê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bûn hedefa hêzên me.

Hêzên me bi taktîkên gerîlatiya serdema nû li helîkopteran dan.

Di encama vê çalakiya serketî de helîkoptereke êrişê der xwar.

Piştî vê yekê her du helîkopter jî ji qadê dûrketin.

23’yê Tîrmehê jî gerîlayan li Cîloya Biçûk kamerayeke mobesse ya dagirkeran îmha kirin.

Heman rojê artêşa dewleta Tirk a dagirker li qada Werxelê ya Avaşînê bi teqemenî û çekên giran êrişî tunelên şer kir û agir bi qadê ket.

22, 23 û 24’ê Tîrmehê qadên Herfa T, Çemço, Kûnîşka û Şikefta Birîndaran ên Zapê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv