BAZÊN ZAGROSÊ LI AVAŞÎNÊ
HPG: HÊZÊN ME BI ÇEKÊN GIRAN LI DAGIRKERAN DAN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk di daxuyaniya xwe ya rojane de ev agahî dan:
Hêzên gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê…
27’ê Tebaxê dagirkerên li qada Werxelê, 30’ê Tebaxê jî dagirkerên li Tabûra Ereban bi çekên giran kirin hedef.
Gerîlayan bi awayekî serketî li hedefan dan.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker 30’ê Tebaxê 2 caran bi teqemeniyan û 7 caran jî gazên bi jahr êrişî qada berxwedanê an go tunelên şer kir.
31’ê Tebaxê an go îro ji saet 9ê sibê û pê ve jî êrişa gazên bi jahr dewam kir.
30’ê Tebaxê qada Çemço ya Zapê, dora gundên Êdinê, Bênavê, Kêste û Hirorê yên bajarokê Kanî Masî, Girê Şehîd Çiya, Kela Qumriyê yên Metîna, ji qereqolên li ser sînor hatin bombekirin.
Di encama bomberdimanê de agir bi qada daristanî ket û şewat dewam dike.