ŞEHÎDÊN PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: HEVRÊYÊN ME PÎRDOGAN Û ŞOREŞ ŞEHÎD BÛN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 gerîlayên li Zapê û Avaşînê şehîd bûne eşkere kirin.
HPG’ê pêşî behsa şehadeta gerîla Pîrdogan Amed kir:
Hevrêyê me di gelek çalakiyên Avaşînê de li rêza pêş cihê xwe girt.
27’ê Nîsanê di dema çalakiyekê de birîndar bû û piştî vekişînê şehîd bû.
Nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:
Mahfûs Goçerî bi nasnav Pîrdogan Amed li Amedê ji dayîk bûye.
MAHFÛS GOÇERÎ
PÎRDOGAN AMED
AMED
DÊ Û BAV: DELAL – ZULKUF
27’Ê NÎSANÊ – AVAŞÎN
HPG’ê ji bo şehîd Pîrdogan wiha got:
Wî li avaşînê ji gelek çalakiyan re ji bo tolhildana hevalên xwe pêşengî kir.
Di serî de malbata wî ya hêja em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Û soz didin, ku em ê nehêlin ala wî ya berxwedanê bikeve xwarê.
Di daxuyaniya HPG’ê de li ser şehadeta Şoreş Botan jî ev agahî hatin dayîn:
Dema li ser erka xwe bû li qada Şamkê ya herêma Zapê 5’ê Gulanê bi bomberdimanê şehîd bû.
Nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:
Kemal Turker bi nasnav Şoreş Botan li Wanê ji dayîk bûye.
KEMAL TURKER
ŞOREŞ BOTAN
WAN
DÊ Û BAV: LALÎHAN – OMER
5’Ê GULANÊ – ZAP
HPG’ê ji malbata şehîd Şoreş û welatparêzên Kurdistanê re jî sersaxî xwest û got, soza me ye, ku em têkoşîna şehîdan dewrî me kiriye bi serfiraziyê tacîdar bikin.