PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ
HPG: GERÎLAYÊN YJA-STAR’Ê LI GIRÊ KATO LI ÇEPERÊN DAGIRKERAN XIST
Gerîlayên YJA Starê li qada Girê Kato ya herêma Metînayê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
21’ê Tebaxê saet di 17:00’an de li qada Girê Katoyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin.
Di çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.
Artêşa Tirk a dagirker dema dawî li herêma Metîna, bi obus û hawanan li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dixe, bi taybetî dema ku xelkê sivîl li herêmê ne, vê yekê dike.
Li herêmên Avaşîn û Zapê;
21’ê Tebaxê saet di navbera 9 û 11 şevê de de li qadên Mervanos, Banista û Tabûra Ereban helîkopter geriyan.
21’ê Tebaxê tunelên şer ê li qada Girê Sor bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.
21’ê Tebaxê saet di navbera 12 û nîv û 1 û nîvê şevê de de tunelên şer ên li qada Werxelê 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.
Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê dewam dike.
21’ê Tebaxê saet di navbera 9 û 11’ê şevê de de li herêma Zapê qada Tîpa T bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
22’yê Tebaxê saet di navbera 03:00-03 û nîvan de li herêma Zapê qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.”