BERXWEDANA LI QADÊN BERXWEDANÊ YÊN AVAŞÎNÊ
HPG: GERÎLAYAN LI WERXELÊ Û GIRÊ SOR DÎSA RÊ NEDAN DAGIRKERAN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan:
24’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker Qada Berxwedanê Girê Sor bi teqemeniyan bombe kir.
Paşê xwest bikeve tunelên şer.
Gerîlayan bersiv dan û dagirker vekişiyan.
Heman rojê li Werxelê jî 4 caran qada berxwedanê hat bombekirin.
Piştî bomberdimanê dagirkeran xwestin bikevin tunelên şer.
Li vir jî gerîlayan bersiv dan û li ser vê destwerdanê dagirker vekişiyan.
25ê Tebaxê jî artêşa Tirk dîsa gazeke zêde ya kîmyewî li dijî qada berxwedanê ya li Werxelê bi kar anî.
HPG”ê her wiha ragihand, ku li Geliyê Şehîd Firat ê navçeya Erzîganê Kemahê artêşa Tirk 18’ê Tebaxê dest bi tevgereke êrişê kiribû heman rojê bêyî encamê bi dest bixe, tevgera xwe bi dawî kiriye.
HPG’ê têkildarî êrişên dewleta TIrk jî ev agahî dan:
24’ê Tebaxê li Metîna dora gundên Kêste, Derarê, Serarû, Dêşîşê, Êdinê, Girê Zendûra, Girê Şehîd Çiya û qada Koordîne, qadên Tîpa T, Çemço û Kûnîşka yên Zapê, Girê Şehîd Rizgar, Kela Stûnê, Girê Şehîd Întîkam ên Avaşînê bi helîkopter û ji qereqolên li ser sînor hatine bombekirin.