Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Gerîlayan li Avaşînê derb li helîkopteran dan

 

YJA-STAR’Ê LI DERSIMÊ ZÎN CIZÎR Û YILMAZ DERSIM BI BÎR ANÎN
HPG: LI XOZATÊ GERÎLAYÊN JIN JI DU MILAN VE LI DAGIRKERAN DAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên dawî yên çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk eşkere kirin.

HPG’ê diyar kir, ku hêzên YJA-Starê vê carê li Dersimê ji bo bîranîna fermandarên Eyaleta Dersimê Zîn Cizîr û Yilmaz Dersim li dagirkeran dane.

Li gorî daxuyaniyê:

5’ê Tebaxê gerîlayên YJA-Starê li dora gundê Çakmakli yê navçeya Dersimê Xozatê yekîneyek veşartî ya Artêşa Tirk xistine kontrola xwe.

Û paşê ji du milan ve li wan dane.

Di çalakiya gerîlayan de dagirkerek hat cezakirin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk yekîneyên xwe yên veşartî ji herêmê vekişandin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ku gerîlayên YJA-Starê 2’yê Tebaxê jî li Xakurkê li artêşa Tirk dabûn û 6 dagirker hatibûn kuştin.

BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: GERÎLAYAN LI AVAŞÎNÊ DERB LI HELÎKOPTERAN DAN

HPG’ê wekî din têkildarî şerê li herêmên parastinê yên Medyayê jî ev agahî dan:

5’ê Tebaxê gerîlayan li ser Girê Sor, Mervanos, Tabûra Ereban ên Avaşînê livûtevgera helîkopteran pêk hat.

Helîkopterên ku xwestin Girê Sor bombe bikin, bi Pêngava Bazên Zagrosê bûn hedefa hêzên gerîla.

Li ser destwerdana gerîla helîkopteran derb xwarin û ji qadê dûrketin.

Dîsa 5’ê Tebaxê artêşa dewleta Tirk a dagirker bi teqemenî û gazên kîmyewî êrişî tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê kir.

Heman rojê qadên Kurojahro, Sîda, Saca û gundê Rêncbiraxa yên Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv