Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Gerîla nîşan da ku xwedî hêza azadikirina Rêber Apo û Kurdistanê ye’

 

ŞER Û BERXWEDANA 4 MEHAN
HPG: GERÎLA NÎŞAN DA KU XWEDÎ HÊZA AZADKIRINA RÊBER APO Û KURDISTANÊ YE

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û berxwedana meha dawî eşkere kir.

HPG’ê diyar kir, ku gerîlayan bi Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê 122 rojan berxwedaneke bê navber kirin û di dîroka berxwedana gelan de rûpelekî nû vekirin.

Gerîla bi taktîkên dewlemend ên dema nû, careke din nîşan da ku wê têkoşîna me ya bi rûmet serfiraz bibe.

Îradeya Apoyî ya bi Destana Garê di asta herî bilind de hat temsîlkirin, li Mamreşo veguherî kevneşopiyekê.

Îro jî li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Girê Sor bi 4 mehiya xwe mizgîniya serfiraziyê dide.

HPG’ê bi bîr xist, ku dewleta Tirk a dagirker ji ber ku encamê ji êrişên xwe nagire serî li rê û rêbazên qirêj dide.

Li dijî Qadên Berxwedanê gelek caran gazên kîmyewî û bi jahr bi kar anîn.

Gerîlayên me yên profesyonel bi tedbîrên girtine, dîsa jî nehiştine bigihe armanca xwe.

Îro li Avaşîn, Zap, Metîna, Heftanîn û Xakurkê berxwedaneke bênavber a gerîlayên me heye.

Di encama vê berxwedanê de artêşa Tirk a dagirker êdî hatiye asta hilweşîneke mezin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîşan dan, ku li dijî her cûre êrişa li ser gelê me û xaka me xwedî wê hêza azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê ne.

BÎLANÇOYA ŞERÊ JI 24’Ê TÎRMEHÊ HETA 23’YÊ TEBAXÊ
HPG: DI 60 ÇALAKIYAN DE 85 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Herî dawî jî bîlançoya mehekê ya ji 24’ê Tîrmehê heta 23’yê Tebaxê hat eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayan 10 jê çalakiyên koordînekirî, 7 jê sekvanî, 13 sabotaj, 15 çekên giran, serdegirtinek û êrişek jî di navê de 60 çalakî li dar xistine.

Di çalakiyan de 85 dagirker hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.

7 gerîla jî di vê berxwedana dîrokî de şehîd bûne.

Artêşa dagirker 65 caran gaza kîmyewî û bi jahr li dijî qadên berxwedanê bi kar anî ye.

Di encama çalakiyan de her wiha 6 helîkopteran û 2 wesaîtên leşkerî derb xwarine.

2 wesaîtên bi tîpa Kirpî hatine îmhakirin.

2 çeperên çekên giran hatine rûxandin.

2 roj hatine xistin.

7 kamerayên mobesse hatine îmhakirin.

Gerîlayan dest danîne ser çekeke BIKSÎ, dronek û 200 kîlo teqemenî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv