Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Gerîla li ti derê rê nade dagirkeran

 

LI AVAŞÎN, ZAP Û METÎNA ŞERÊ GIRAN
HPG: GERÎLA LI TI DERÊ RÊ NADE DAGIRKERAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên gerîlayan ên li Zap, Avaşîn û Metînayê eşkere kirin.

Agahiyên HPG’ê parvekirî wiha ne:

BAZÊN ZAGROSÊ LI AVAŞÎNÊ

14’ê Hezîranê saet 6 û 30’an li qada Werxelê dagirkeran xwest nêzî tunelên şer bibin.

Gerîlayan bi çekên ferdî li wan dan û nehêlan bipêşkevin.

Saet 13 û 30’an gerîlayan, dagirkerên dîsa xwestin nêzî tunelên şer bibin xistin kontrola xwe û li wan dan.

Di vê çalakiyê de eskerekî Tirk hat cezakirin.

Heman kêliyê komeke cuda bû hedefa gerîlayan û li vir jî 3 dagirker hatin cezakirin û 3 jî birîndarbûn.

Gerîlayan bi awayekî hemwext çalakiyeke sekvanî kir û eskerekî din jî hat cezakirin.

Dagirkerên xwestin li qadê belav bibin û bi cih bibin jî bûn hedefa gerîlayan.

Li ser vê yekê dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Piştî nîvro helîkopterên êrişê û helîkopterên skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin.

15’ê Hezîranê helîkopterên êrişê tunelên şer bombe kirin.

Hêzên gerîla dest li vê yekê werdan û helîkopter dûr ketin.

Li qada Werxelê bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn.

14’ê Hezîranê balafirên şer qadên Basya, Stûnê û Girê Sor ên Avaşînê bombe kirin.

Her wiah Girê Suleyman jî 3 caran bi balafirên şer hat bombekirin.

Artêşa Tirk bi şev eskerên xwe danîn ser gir û xwest bikeve tunelên şer.

Gerîlayên li vê derê li hêzên dagirker xistin.

Di du çalakiyên sabotajê de 2 dagirker hatin cezakirin û qedemeyekê vekişiyan.

BAZÊN ZAGROSÊ LI ZAPÊ

14’ê Hezîranê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Xeregol kirin hedef.

Bi bandor li çeperên dijmin dan.

Hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.

CENGA XABÛRÊ LI METÎNAYÊ

Hêzên HBDH’ê 14’ê Hezîranê çalakiyeke koordînekirî li dijî eskerên Tirk ên li ser Girê Koordîne li dar xistin.

Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 çeper hatin rûxandin.

15’ê Hezîranê gerîlayan li quntarên Girê Milîtan eskerên Tirk ên kemîn datanîn xistin kemînê.

Bi çalakiyeke sekvanî li wan dan û dagirkerek hat cezakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv