“FERMANDAR Û ZAROKÊ EGÎD Ê DERSIMÊ”
HPG: FERMANDAR ULAŞ DERSIM ŞEHÎD BÛ
Ulaş Dogan bi nasnav Ulaş Dersim…
18’ê Îlona 1978’an li Dersimê ji dayîk dibe.
Ew xwedî malbateke xizan, ew çendî kedkar… Kurê Hekîme û Eşref e.
Li devereke ku bandora fikra çep-sosyalîst lê bi bandor e mezin dibe.
Çîrokên bi êş ên Terteleya Dersimê û destanên lehengên serê xwe li ber dagirkeriyê netewandine bandorê lê dikin.
1997’an dema di pola 4’an a beşa endezyarî ya zanîngehê de, ji Dersimê beşdarî nava refên gerîla dibe.
Li ser xaka ku lê ji dayîk bûye, dibe gerîlayekî şareza.
Ji 1997’an heta 2002’an 5 salan li çiyayên Dersimê gerîlatiyê dike.
Û weke fermandarekî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe.
Li Xinêre, Qendîl û Zagrosan 3 salan dimîne.
Piştî 3 salan an go 2006’an dîsa berê xwe dide cih û warê xwe, çiyayên Dersimê.
Heta 2014’an an go 8 salan weke endamê fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Dersimê bi erka xwe radibe.
Dûre dîsa vedigere herêmên Parastinê yên Medyayê û bîrdoziya pê rabûyî li çiyayên azad kûrtir dike.
9’ê Hezîrana 2021’ê di bomberdimana dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd dibe.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê şehadeta Ulaş Dogan bi nasnav Ulaş Dersim wiha eşkere kir:
Fermandarê gelê qehreman ê Kurdistanê û zarokê egîd ê Dersimê, Fermandar Ulaş Dersim şehîd bû
Di gerîlatiya xwe ya 24 salan de ji şervaniya milîtaniya Apoyî heta fermandariyê, ji dil her wezîfe girt ser milên xwe.
Bi jiyan û pratîka xwe ya têkoşînê, ewê bibe fermandarekî ku nayê jibîrkirin ê dîroka têkoşîna me.
Di serî de xelkê Dersimê, ciwanên wê, gelê Kurdistanê û hevrêyên wî wê timî, wî ji xwe re mînak bigirin û têkoşî bi ser bixin.
Bila serê gelê Kurdistanê û xelkê Dersimê sax be.
Soz didin, ku di şexsê Ulaş Dersim de em ê timî dilsozê xeta şehîdan bin û teqez ji dijmin hesab bipirsin.
ULAŞ DOGAN
ULAŞ DERSIM
DERSIM
DÊ Û BAV: HEKÎME – EŞREF
9’Ê HEZÎRANA 2021’Ê