Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Fermandar Agît Şevger şehîd bû

HPG’ê ragihand ku endamê Fermandariya Eyaleta Amedê Agît Şevger şehîd bûye û got, “Bû fermandarekî wêrek û milîtanekî Apoyî yê mînak û yek ji şoreşgerên sembol ên Amedê.”

“18’ê Gulana 2021’ê li derdora gundê Banê Dêran ê navçeya Licê ya Amedê, dewleta Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kir. Di vê operasyonê de ku şerekî giran qewimî û bombardûmaneke giran hate kirin, endamê Fermandariya Eyaleta Amedê hevrêyê me Agît Şevger û hevrê Armanc Cûdî şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Armanc Cûdî dema eşkere bû wê piştre bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Agît ê şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Agît Şevger
Nav paşnav: Aydin Şîmşek
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Husna-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Gulana 2021’ê / Amed

Hevrêyê me Agît ku paytexta me Amedê ku keleha berxwedana destanî ya dîroka Kurdistanê ye, li navçeya Bismilê li nava malbateke welatparêz û naskirî ji dayik bû. Di demekê de ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê civakî bû û gelê me li dijî mêtingeriyê rabû serhildanê, partiya me PKK nas kir. Di demekê de ku ciwanên Kurdistanê pêl bi pêl diherikîn nava refên berxwedanê, hevrêyê me Agît li nava karên ciwanan dixebitî û ji bo ciwanên Kurdistanê bibin xwedî hişmendiya neteweyî kedeke mezin da.

Di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya sala 1998’an de ku li dijî Rêberê me hate kirin, ji bo xwedîderketina li Rêbertî û meşandina têkoşîneke radîkal li dijî komplogeran, beşdarî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi her awayî xwe bi pêş ve bir, şareza kir û di her karî de bi pratîk û sekna milîtan bû fermandarekî pêşeng.

Li Amedê tevlî nava refên gerîla bû û salên dûr û dirêj li vê herêmê gerîlatî kir. Bi serweriya xwe ya li qadsê û bi tecrûbeya xwe ya ji hunera gerîla di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyên li dijî mêtingeriya Tirk bû, sîstema mêtingeriyê ya ku dijmin bi taybetî dixwest li Amedê ava bike, serûbin kir. Piştî ku demeke dirêj li herêma amedê ma sala 2009’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vê derê beşdarî perwerdeyên îdeolojîk bû û bi wezîfeyên krîtîk xwe bêhtir şareza kir; bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û sekna xwe ya rêxistinî bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Li Başûrê Kurdistanê bi kûrbûna xwe ya mezin, ji pratîka xwe ya berê dersên girîng wergirt û ji bo bersivê bide êrişên qirker ên mêtingeriya Tirk ên li dijî gelê me, bi israr xwest biçe herêma Amedê û ev daxwaza xwe bi cih anî. Li Amedê ya ku zarokatî, ciwantî û pratîka destpêkê ya gerîlatiyê lê derbas bû, vê carê bi wezîfeya endametiya Fermandariya Eyaleta Amedê vegeriya. Bi hişmendiya berpirsyariya xwe tevlî kar bû, li dijî polîtîkayên qirker ên dijmin de ku li Kurdistanê bi taybetî jî li Amedê dixwest bixe pratîkê, ji bo têkbirina van polîtîkayan bi roleke girîng rabû.

Hevrêyê me Agît bi sekna xwe ya dilnizm, durust û ji dil, bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin, bû cihê hurmetê. Bû fermandarekî wêrek û milîtanekî Apoyî yê mînak û yek ji şoreşgerên sembol ên Amedê. Hevrêyê me Agît bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî, bi wêrekiya xwe ya bêhempa, bi hevrêtiya xwe ya ji dil û fermandariya xwe ya pêşeng, wê her tim ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak bê dîtin û di mezinkirin û serxistina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de wê bibe navê soza me ku dane şehîdan. Xelk û ciwanên Amedê wê bibin şopdarê Agîtan, têkoşîna wî her tim dewam bikin, çeka wî li erdê nehêlin û meşa azadiyê bi afirandina bi hezaran Agîtan teqez bi ser bixînin.

Di serî de malbata Şîmşek a hêja ku lehengekî bi vî rengî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me mezin kiriye, em sersaxiyê ji tevahiya xelkê Amedê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv