Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Endamê fermandariya me yê Amedê Egîd Şevger 18’ê Gulanê şehîd bû

 

AYDIN ŞÎMŞEK-EGÎD ŞEVGER
HPG: ENDAMÊ FERMANDARIYA ME YÊ AMEDÊ 18’Ê GULANÊ ŞEHÎD BÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama êrişên 18’ê Gulanê li bejahiya navçeya Amedê Licê daxuyaniyek da..

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk di êrişê de bombardimaneke dijwar pêk anîye û ev agahî parve kirin:

18’ê Gulana 2021’ê li derdora gundê Banê Dêran ê navçeya Amed Licê, dewleta Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kir.

Dema operasyonê bombardimanên dijwar hatin kirin û şerekî giran qewimî.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku di şer de tevî gerîlla Armanc Cûdî, endamê fermandariya eyaleta Amedê Egîd Şevger jî şehîd bûye û têkildarî nasnameya wî ev agahî dan:

Aydin Şîmşek binasnav Egîd Şevger li Amedê ji dayîk bûye û 18’ê Gulanê li Licê şehîd bû.

AYDIN ŞÎMŞEK
EGÎD ŞEVGER
AMED
DÊ Û BAV: HUSNA – NÛRÎ
18’Ê GULANÊ-LICÊ

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser kesayet û dîrokê têkoşînê ya Egîd Şevger ev nirxandin kir:

Di wextekê de ku tevgera azadiya Kurdistanê li dijî mêtingeriyê rabû serhildanê, hevrê Egîd PKK’ê nas dike.

Di nava ciwanên ku ref bi ref berê xwe didan qadên berxwedanê, wî erka pêşxistina hişmendiya neteweyî girtibû ser milê xwe.

Sala 1998’an dema destpêkirina komploya li hemberî Rêber Apo, beşdarî nava refên gerîlla bû û ji roja pêşî ve nîşan da ku ew ê mîna milîtan û fermandarekî bibe yek ji pêşengên têkoşînê.

Rawestgeha wî ya pêşî eyaleta Amedê bû. Salên dirêj mîna mirovê pêşeng cihê xwe di nava xebatan de girt. Paşê sala 2009’an berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê..

Li vir piştî ku xwe di warê îdeolojîk de pêş xist, bi erka berpirsiyariya asta jor rabû.

Di qonaxa hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê de her gavê berê wî li Amedê bû. Û di ecama bi israr û biryardariyê de hedefa xwe bicih anî.

Vê carê jî mîna endamekî fermandariya eyaletê li warê xwe vegeriya.

Hevrê Egîd bi sekna xwe ya dilnizm û ji dil, bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar bû çavkaniya hezkirin û baweriyê ya tevahiya gerîllayan.

Ew sembola wêrekî ya fermandariya Apoyî bû. Û heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi ti awayî ji cewher û taybetmendiyên xwe dûr neket.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv