Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Em ê teqez hesab ji kujerên Kurdan bipirsin’

 

ÊRIŞA LI GUNDÊ DÊŞÎŞÊ Û QETILKIRINA ÎBRAHÎM HESEN
HPG: EM Ê TEQEZ HESAB JI KUJERÊN KURDAN BIPIRSIN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker doh êrişî gundê Dêşîşê yê bajarokê Kanîmasî ya Amediyê kir.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Hesen ê bavê 6 zarokan bû dema baxçeyê xwe av dida bû hedefa êrişa artêşa Tirk.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî qetilkirina Îbrahîm Hesen daxuyaniyek da.

HPG’ê da zanîn ku ew ê teqez hesap ji kujerên Kurdan bipirsin û wiha got.

Welatparêzê Kurd Îbrahîm Hesen di êrişeke namerdane ya artêşa Tirk de şehîd bû.

Di serî ji malbat û xelkê Dêşîşê yên dev ji axa xwe bernede û bi helwesta welatparêziyê tevdigerê re sersaxî dixwazin.

Artêşa Tirk a nikare berxwedana gerîlayên azadiyê bişkîne bi awayekî hovane êrişî gelê Kurd ê sivîl dike.

Bi van êrişan dixwaze Kurdan ji van herêman derxînin û di pîlana xwe ya dagirkeriyê de gaveke din biavêje.

Lê gelê me yê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê li hemberî van polîtîkayên dijmin dev ji axa xwe bernade

Û bi helwesta xwe êriş û pîlanên dewleta Tirk a dagirker pûç dike

Em wek parazvanên Kurdistanê careke din radigihînin ku em ê teqez hesab ji kujerên Kurdan bipirsin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv