LI AVAŞÎNÊ ŞER GIRAN E
HPG: EM BERXWEDANEKE DÎROKÎ LI WIR DIKIN
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şer û berxwedana li Avaşînê wiha ye_
Dewleta Tirk navbera 23-24’ê Gulanê de li dijî qadên Tabûra Ereban, Dola Konferansê û Dola Maran dest bi rêzeêrişan kiribû.
Artêşa wê li hemberî berxwedana hêzên me û çalakiyên bi bandor şikiya û 1ê Hezîranê ji van herêman vekişiya.
Dagirkerên ti encam bi dest nexistî, bi awayekî balkêş piştî ku hêzên PDKê li Herêma Metîna li qadên gerîla bi cih bûn, 7ê Hezîranê dîsa dest bi êrişan kirin.
Dewleta Tirk a li dijî herêma Avaşînê êrişeke taktîkî ya dagirkeriyê da destpkirin, dîsa li rasta berxwedana hêzên me hat.
7 û 8’ê Hezîranê şerekî dijwar qewimî, gerîlayan derbên giran li dagirkeran dan.
Ev şerê dijwar li herêmê didome û hêzên me jî li ber xwe didin.
Êrişa dagirkeriyê ya li dijî Avaşînê ya berfireh êdî gihaye qonaxeke nû.
Berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û bersiva wan jî li hemberî vê tevgera dagirkeriyê dîrokî ye.