Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Eleqa me bi teqîna doh re nîne, ji herêmê vekişin

 

DORPÊÇA PDK’Ê YA LI QADÊN GERÎLA
HPG: ELEQA ME BI TEQÎNA DOH RE NÎNE, JI HEREMÊ VEKIŞIN

Di vê çenga mezin ya li hemberî artêşa tirk de, PDK ev demekiye hewl dide herema Metinayê û qadên din yên gerilla dorpêç bike.

Hem HPG, hem gelê Başûr pir caran bang li PDKê kirin ku nekeve nava şaşitiyeke wiha û xwe nêzê qada şer neke.

Tam di demeke de ku gelek aliyên siyasî yên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo yekrêziya netewî ketine nava hewldanan, gelo PDK bi kijan armancî hêzên leşkerî dişîne qadên gerîla?

Hemwextê van hewldanan balafirên şer û keşfê yên Tirk jî li ser herêmê difirin û bombe dikin.

Têkildarî teqîna duh ku di encamê de 5 endamên Zerevanî jiyana xwe ji dest dabûn, guman û îşaretên nû derketin holê.

Ev hêzên ku doh 4’ê sibê bi konvoyekê ketibûn ser rêya çiyayê Metînayê komên Zêrevanî yên dibin fermandariya Ezîz Weysî de bûn.

HPG’ê dabû xuya kirin eleqa wan bi teqîna doh re tine, tenê ji bo ev konvoy pêşnekeve wan weke şiyarî çend gule li hewa reşandine.

TÊKILDARÊ TEQÎNA LI METÎNA’YÊ ÎHTÎMALEKE NÛ
‘TEQEMENIYEK KU JI BERÊ VE DI SEYARA PÊŞMEREGE DE HATIBE BICÎH KIRIN TEQÎYA BE’

Di rewşeke wiha de gelo teqîn çawa pêk hat?

Li ser 2 ihtimalan tê rawestandin.

Ya yekem ewe; madeyek teqemeniyê ku ji berê li herêmê hatiye bicîhkirin û ew teqiya be.

Îhtimala duyem jî êrişeke bi balafirê ye.

Fermandariya HPG da xuya kirin lêkolîna wan ya li ser vê teqînê hê dewam dike.

Ji aliyê din ve, hêzên Zerevanî yên girêdayî Mesrûr Barzanî ji doh ve bê navber bi konvoyan hêzên eskerî dişînin Herêma Metîna ya di bin kontrola gerîla de.

Armanca wan ewe ku ji Metîna heta Bêgova û Batûfayê hêzên xwe bicîh bikin û baregeh ava bikin.

Sewqiyata wesayitên zirxî, panzer û hemmer, gelek kepçe û amûrên çêkirina cih û rêyan îşaretê vê yekê ne.

Li cihê teqîna doh avakirina baregehê ji niha ve destpêkiriye.

Dewleta Tirk hemwext hem ji bejahî ve hem ji hewa ve êrîş dike ser heremê.

Ev yek hevkariya di navbera hêzên Zerevanî û artêşa tirk de hê bêtir zelal nîşan dide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv