Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Divê gelê me li dijî qedexeyan xwedî helwest be

 

LI ŞAXÊ ZEXTÊN LI DIJÎ KOÇERAN
HPG: DIVÊ GELÊ ME LI DIJÎ QEDEXEYAN XWEDÎ HELWEST BE

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya dawî de têkildarî zextên li dijî xelkê navçeya Wanê Şaxê agahî dan.

HPG’ê diyar kir, ku koçerên li Geliyê Masîro yê navçeya Wanê Şaxê li zozanan bi debara xwe radibin tên tehdîtkirin.

HPG’ê ev agahî dan:

Dewleta Tirk zextê li xelkê yê me koçer dike, da ku gund û zozanên xwe vala bikin.

Bi qedexeyan zextê li gelê me dike û mexdûr dike.

Divê li dijî van zextan gelê me xwedî helwest be.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: DI BOMBEBARANÊ DE TI ZIRAR LI HÊZÊN GERÎLA NEBÛ

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê rewşa dawî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî wiha ragihand:

12’ê Tîrmehê gerîlayan li Girê Sor ê Avaşînê bi destwerdana xwe destûr nedan helîkopterên skorsky û êrişê.

Li ser bersiva gerîla helîkopter ji qadê vekişiyan.

Heman rojê helîkopterên êrişê qada Koordîne, gundên Êdinê û Serarû yên Metîna bombe kirin.

Dîsa 12’ê Tîrmehê Girê Şehîd Hawar, dora Ava Lolan ên li qada Goşînê ya Xakurkê, qada Kurojehro ya Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di êrişan de zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv