Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Di tunelên şer de berxwedana gerîla dewam dike’

 

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA HPG’Ê:
DI TUNELÊN ŞER DE BERXWEDANA GERÎLA DEWAM DIKE

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriya tirk şerekî bêeman dimeşîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyên xwe di heqê rêveçûna şer de raya giştî agahdar dike.

Di daxuyaniya HPG’ê de îşaret bi dijwariya şer û bikaranîna teknîka mezin a dagirkeriya tirk hat kirin.

Li gorî vê; Dagirkeriya tirk 19’ê tebaxê herêma Kato Xelîla ya navça Wan Şaxê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe kirine.

Piştî bomberdûmana giran jî ji bejahî ve eskerên dagirker dest bi êrişeke berfireh kirin.

Êrişên dagirkeriyê li herêma navborî dewam dikin. Agahiyên der barê rewşa dawîn de wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.

Li herêma Metîna;

20’ê tebaxê di navbera saetên 8’ê êvarî heta 10 û nîvê şevê li xeta Qaşûra liv û tevgera helîkopteran dewam kir.

Di heman saetan de derdora gundên Kêste, Hirorê, Serarû, Deşîşê, Edînê yên bi ser bajarokê Kanî Masî yê Amediyê; qadên Girê Koordîne, Girê Zendûra, kela Qumriyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Ji qereqolên li ser sînor jî heman qad bi obusan jî hatin bombekirin.

Li herêma Avaşînê

19’ê Tebaxê artêşa dagirker bi çekên giran tunelên şer ên li qada Werxelê bombe kirin.

20’ê Tebaxê saet ji 10’ê sibehê heta saetên êvarê tunelên şer ên li Girê Gor bi teqemenî û çekên giran hatin bombekirin.

Heman rojê di saet ji 10’an heta 2 û nîvê nîvro li dijî tunelên şer ên Werxelê gazên kîmyewî hatin bikaranîn. Heman rojê ji 2 û nîvê nîvro heta 1’ê şevê tunelên şer bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.

Li ser qadê tevgera dronan jî dewam dike.

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA HPG’Ê:
HEVRÊYA ME GULGEŞ ZÎLAN SERHAT BI BIRÎNDARÎ KETIYE DESTÊ DIJMIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê destnîşan kir ku di daxuyaniya xwe ya 16’ê tebaxê de der barê şerê li navça Şirnex Elkê agahî hin agahî dane û ev daxuyanî da:

Di 27’ê tîrmehê de dagirkeriya tirk li Qada Medyana ya navça Şirnex Elkê dest bi êrişeke berfireh kir.

Di şer de hevrêya me Jîn Ronî-Dîcle Uzum bi qehremanî şer kir û şehîd bû.

Di heman şerî de hevrêya me Gulgeş Zîlan Serhat- Gulgeş Tatli bi birîndarî esîr ketiye destê dijmin.

Hevrêya me Gulgeş li gel hemû îşkenceyan jî li ber xwe daye û serî netewandiye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv