LI METÎNAYÊ ÇALAKIYA SILAVKIRINA 15’Ê TEBAXÊ
HPG: DI OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA LI GIRÊ KOORDÎNE DE 7 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên dawî yên ji çalakiyên gerîla parve kirin.
Li gorî daxuyaniyê:
15’ê Tebaxê dagirkerên li girê Koordîne yên Metîna ji aliyê gerîla ve hatin şopandin..
Di saetên evarî de gerîlayan li dijî dagirkeran operasyoneke şoreşgerî pêk anîn.
Di encamê de bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn.
Ev operasyona şoreşgerî ji bo silavkirina pêngava 15’ê Tebaxê hate lidarxistin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk jî ev agahî dan.
15’ê Tebaxê qada girê Sor a herêma Avaşînê hat bombebarankirin.
Artêşa Tirk 4 caran bi gazên kîmyewî êrişî tunelên şer ên li qada Werxelê kir.
Dîsa bi teqemeniyan tunel hatin bombekirin.
16’ê Tebaxê bi gazên jehr bombe li tunelên şer barandin.
Liv û tevgera keşfê ya li ser qadê jî didome.
15’ê Tebaxê jî gundê Hirorê yê li nehiya Kanî Masî hat bombekirin.
Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hê jî dewam dike.
14’ê Tebaxê jî qadên Karker û Çemço ya herêma Zapê hatin bombekirin.